Ti ambargo nikare bi îradeyê

Yekşem 14 Gulan 2023 - 15:34

XEYS ŞEMUEDÎN / ANHA / ŞEHBA

Ambargoya giran a ku hikûmeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz dike, dewam dike. Ambargoyê bandoreke mezin li tevahî warên jiyanê kiriye.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrînê û Şehbayê di 27`ê Nîsanê de biryar da ku ji ber kêmbûna sotemeniyê, saetên dayîna elektrîk û avê kêm bike.

Li gel van astengiyan, xwendekarên kantonê bi israr in perwerdeya xwe temam bikin.

Li ber ronahiyeke kêm dixwîne

Li kampa Serdemê xwendekar Îbrahîm Xelîl ê 15 salî ji bo ezmûnên xwe yên asta navîn ên di Hezîranê de li ber ronahiyekî pirr kêm dixwîne. Rewşa Îbrahîm mîna rewşa zêdetirî 15 hezar xwendekarên li kantonê ye ku ji bo perwerdeya xwe temam bikin, astengiyên li pêşiya xwe derbas dikin.

Îbrahîm Xelîl bi şev li ber ronahiya ku li ser batariyê dixebite û bi banê konê daliqandî ye, dixwîne.

Xwendekar bi israr in

Bavê Îbrahîm, Mihemed Xelîl dibêje, dorpêçê êşa wan wekî koçber zêdetir kiriye û ji ber nebûna sotemenî û dermanan, gelek zehmetiyan dikişînin: “Kêmbûna sotemeniyê bandorê tenê li elektrîkê nake, wesayîtên birin û anîna zarokan ji dibistanên li navçeya Ehdasê ji ber nebûna sotemeniyê sekinîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.