‘The Beatles: Get Back’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:03

  • Koma muzîkê ya navdar “The Beatles” di 30’ê Çileyê 1969’an li ser xanî konserek dabû û ev konsera wan li dinyayê gelek deng dabû. 

Koma muzîkê ya navdar “The Beatles” di 30’ê Çileyê 1969’an li ser xanî konserek dabû û ev konsera wan li dinyayê gelek deng dabû.

Derhêner Peter Jackson hingê dîmenên wê konserê girtibûn û niha jî ev dîmen weke belgefilmekê hazir kiriye. 

Belgefilma bi navê “The Beatles: Get Back” a Peter Jackson di 30’ê Çile de, di salvegera 53’an a konserê de dê li salonên sînemayê derkeve pêşberî temaşevanan.  

Peter Jackson dîmen ji nû ve hazir kirine û bi qalîteyeke baş dê bi rêya mecrayên dîjîtal nîşan bide. Belgefilm bi qasî saetekê ye.

Koma muzîkê ya The Beatles beriya albûma wan a dawîn a bi navê “Let It Be” were belavkirin, sala 1969’an bi awayekî jixweberî li ser xanîyekî konsereke bi qasî 42 deqîqeyan dabû û ev konsera wan li dinyayê gelek deng vedabû. Di dawiya konserê de jî polêsan endamên komê kiribûn nezaretê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.