Derhênerê filmê “Amelie Poulain”, Jean-Pierre Jeunet piştî 22 salan da zanîn ku karaktera filmê wî ya bi navê Amelie, ajanek ji ajanên Sovyetê ango KGB’yê bûye. Filmê Amelie Poulain di sala 2001’ê de hatibû çêkirin, û li dinyayê pirr hatibû ecibandin, nexasim jî li muzîka filmî hîna jî tê guhdarîkirin û qet nehat jibîrkirin.
Filmî behsa serpêhatiyên Amelieyê dikir. Amelie, garsoneke ji rêzê bû ku li Parîsê dima. Ew weke keçeke dilpak û henûn jî di bîra temaşevanan de ma.
Lê derhênerê filmê Amelieyê, piştî çend salan bi filmekî kurt ê bi navê “La véritable histoire d’Amélie Poulain" (Jiyana rastîn ya Amelie Poulain), da zanîn ku keça dilpak û henûn ewqas jî ji rêzê nîn bûye! Yanî ew ne keçeke bê guneh e. Derhêner Jean-Pierre Jeunet di vîdeoya xwe ya kurt de behsa nasnameya rastîn ya Amelieyê kir û xelk matmayî hişt.
Jean-Pierre Jeunet got, Amelie weke sîxûrekê ji istîxbarata Sovyetê, yanî KGB’yê re xebitiye û ji piçûkatî ve ji bo vî karî perwerde bûye. Aktrîsa Fransî Audrey Tautou di rola Amelieyê de pirr serketî bû.
Filmê Jean-Pierre Jeunet yê kurt 6 deqîqe û nîv e, çavkaniyên derhênerekî yên ji bo senaryoyê jî baş nîşan dide. Wî bi pevxistineke xweşik ev mesele rave kiriye û parve kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN