• Kurdên li Fransayê Meşa Azadiyê di roja 10’an de bi coşeke mezin dewam dikin. Hunermendên TEV-ÇAND’ê gotin: Di 17’ê Sibatê de tenê bernameyek heye. Ew jî çalakiya dîrokî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO ye.

Kurdên li Fransayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi meşa azadiyê ya 25 rojan kirine. Di roja 9’an de berê çalakvanan li bajarê Limay a li nêzî Mantes La Jolie et Les Mureaux bû. Di tevahiya meşê de ji bo agahdarkirina rayagiştî, bi hezaran belavok hatin belav kirin. Herwiha dosyeyên derbarê tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan, radestî saziyên Fransî yên li herêmê hatin kirin. Esnafên li derdorê jî, bi coşeke mezin, meşa Kurdan silav kirin. Parlementera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan, peyamek ji çalakgeran re şand û got:’’Em meşa azadiyê silav dikin. Em ê di 17’ê Sibatê de, li Kolnê bi meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ mîtîngekê li dar bixin. Ez hemû dost, heval û gelê Kurd vedixwînim vê meşê.’’ Çalakgeran di tevahî meşê de, bi coşeke mezin stran gotin û bê navbera dirûşmeyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin. Qertên ku di meşê de hatin berhevkirin, ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatin şandin. 

Navnîşana çalakgeran a doh jî, bajarê Melun a başûrê Parîsê bû. Çalakiya Kurdan wê 25 rojan dewam bike û li bajarê Strasbourgê bidawî bibe. Çalakger wê ji wir jî 17’ê Sibatê beşdarî meşa dîrokî ya mezin a li Kolnê bibin.

Em ê pêşengiyê ji gel re bikin

Hunermendên TEV-ÇAND'ê jî ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê ku wê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin. Hunermendan têkildarî çalakiya ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji meseleya Kurd re' bê lidarxistin, daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Ji roja destpêkê ve gelê Kurd û tevgera azadiyê bi nêrîna Rêber Apo wateya komployê fêhm kirin û li gorî wê yekê tevgeriyan. Hêvî û armanca dewleta dagirker û hevkarên wê tune kirin, têkoşîna xwe mezin kirin, rêxistiniya xwe xurt kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd bi rojane çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Gelê Kurd û dostên wan ku 25 sal in bêrawestan vê têkoşînê dewam dikin, her roj planên komplogeran têk dibin. Dewleta dagirker 25 sal in bi destûra hevalbendên xwe li pêş çavên her kesî tecrîdeke bêexlaq li Rêber Apo ferz dike. 25 sal in rêyên ber bi çareseriya demokratîk ve xitimî ne. Dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên qedexekirî êrişî gel û şervanên Kurd dike, komkujiyan dike. Gundan, bajaran tune dike, qirkirina siyasî û çandî gihîştiye asta herî hov. Binesaziya li Rojava her roj tê bombekirin, cînayetên siyasî têne kirin, êrîş li hunermend, rewşenbîr û aktîvîstan tê kirin. Lê nikarin têkoşîna azadiyê biqedînin û gelê Kurd dîl bigrin. Ya ku dewleta dagirker dîn û har dike jî ev e. Weke hunermendên welatparêz di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de em bi rol û wezîfeya xwe zanin, di her çalakiyê de em bi gelê xwe re ne, hewl didin pêşengiyê bikin. Lewma di vê roja dîrokî de divê em hunermendên welatparêz û kedkarên çandinê bi temamî bi gelê xwe re bin. Di 17'ê Sibatê de em ê bernameya xwe hemûyan rawestînin û bibêjin, 'Wê rojê tenê bernameyek heye, ew jî çalakiya dîrokî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'."

NAVENDA NÛÇEYAN