Tevî zilmê jî em aştiyê dixwazin

Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:35

Piştî banga Rêber APO, Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe, di 11'ê Tîrmehê de îmha kirin. Malbatên ji dema ku PKK'ê têkoşîna çekdarî daye destpêkirin ve di têkoşînê de ne, dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe. Yek ji wan malbatan, malbata Gezîcî ye. Bedriye Arpa, xwişka Çiya Serhad (Adil Gezîcî) ku di sala 2001'ê de tevlî PKK'ê bûye û di 13'ê Îlona 2007'an de li navçeya Dîgor a Qersê şehîd bû û Kenan Gezîcî ku 29 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku tevî hemû zilm û zordariyên ku li wan hatiye kirin jî, ew aştiyê dixwazin û wekî malbat piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Bedriye Arpayê destnîşan kir ku Adil yê herî biçûk ê malbatê bûye û di ciwaniya xwe de bi berdewamî beşdarî çalakiyên siyasî bûye û di dawiyê de li Stenbolê tevlî PKK'ê bûye û got:"Dema ku birayê min şehîd bû, em li Xîzanê bûn. Em çûn ku cenazeyê wî bistînin, lê dewletê pir zehmetî dan ber me. Wan birayê me yê mezin binçav kirin û nehiştin ku birayê xwe bibîne an jî bişo. Di sala 1996'an de di teqîna bombeya leşkerî de li gund dêya me çavekî xwe winda kir. Piştre me cenazeyê xwe wergirt û veşart." Bedriye Arpayê ku diyar kir ku birayê wê Kenan Gezîcî 29 sal in di girtîgehê de ye û got:"Birayê min û hevjîna wî, her du zarokên wan, dema ku serdegirtin pêk hat li malê bûn. Zaroka wan a biçûk çil rojî bû û di nav lingê polîsan de ma. Piştre wan birayê min binçav kirin. Di 15 rojên ku ew di bin çavan de bû de, mala wan bû qereqol. Wan nehişt ku malbat ji malê derkeve an jî xwarinê bikire. Zarokên wan ji birçîna digirîyan, lê wan ew di odeyê de kilît kirin û nehiştin derkevin. Bi vî rengî êşkence û hovîtî li wan dihat kirin." 

Divê Rêberê me azad bibe 

Bedriye Arpayê anî ziman ku birayê wê piştî girtinê bi qasî 15 rojan êşkence lê hatiye kirin û got:"Tevî vê hemû zilm û zordariyê, em dîsa jî banga aştî û biratiyê dikin. Em azadiya zarokên xwe dixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em dixwazin ku em destên xwe bidin hev, bibin yek, bibin bira û azad bin. Divê her du alî jî rast nêzîkî hev bibin." Bedriye Arpayê behsa pêvajoya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û got:"Pêşî divê girtîgeh bên vekirin. Piştre divê ew kesên ku neçar mane welêt biterikînin vegerin. Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê jinan. Divê hem dayikên kurd û hem jî yên tirk li hev bicivin û daxwaza aştiyê bikin. Ya herî girîng ew e ku Rêberê me ji girtîgehê were berdan. Em hêvî dikin ku di dawiya vê pêvajoyê de her kes kêfxweş bibe."

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.