Tevî robotên xwe îmha bûn

Yekşem 30 Gulan 2021 - 17:00

  • Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku bikeve tûnelên şer ên gerîlayan li Metînayê wesaîtên zirxî yên ji dûr ve tên kontrolkirin, bi kar anîn. Gerîlayan hem ev wesaît û hem jî herî kêm 14 leşkerên dagirker îmha kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dan. HPG'ê ragihand ku herî kêm 14 dagirker hatine cezakirin, mewziyeke A4'ê, çekeke A4, wesayiteke zirxî ya ji dûr ve tê kontrolkirin û mewziyek hatiye îmhakirin. 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê derbên giran li dagirkeran didin." HPG´ê da zanîn ku çalakiyên di pêngavên şoreşger de 14 dagirker hatine cezakirin. HPG´ê wekî din da zanîn ku 4 gerîla di şer de şehîd bûne.

Cenga Xabûrê

HPG'ê têkilî çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de ev agahî dan: "28'ê Gulanê saet 13:30'an li herêma Metîna li devera Derarê li dijî dagirkerên li Girê Sor ku bi çeka A4'ê mewziyên şer ên Girê Zendûra bomme dikirin, çalakiyek hat kirin. 3 leşkerên di mewziya A4´ê de hatin cezakirin, çeka A4 û mewziya wê bi temamî hat rûxandin.

Piştî çalakiyê bi helîkoptêrê êrişê dema ku erdên gundê Kêstê û Girê Zendûra hatin bombekirin, hêzên me bi çekên giran ew kirin hedef û li wan dan. Piştî derbxwarinê helîkoptêrên êrişê neçar man ji deverê dûr bikevin.

29'ê Gulanê saet 12:00'an dagirkerên ku xwestin bikevin tûnelên şer ên Girê Zendûra a herêma Metîna, piştî ku bi ser neketin, dîsa hêviya xwe bi teknîkê ve girêdan, bi bi wesayiteke zirxî ya ji dûr ve tê konrolkirin û bi palet, xwestin bikevin tûnela şer. Ev wesayîta zirxî ji hêla hêzên me ve hat îmhakirin.

29'ê Gulanê saet 13:00'an li herêma Heftenînê dagirkerên ku ji Koxê Mele Yehya ber bi gundê Kêşanê ve diçûn ji hêla hêzên me ve hatin kontrolkirin. Hêzên me yên YJA Starê ev dagirker kirin hedef. Di encamê de hejmara dagirkerên birîndar û yên cezakirî zelal nebû. Dagirkerên derb xwarîn, vekişiyan."

Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê

Li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî HPG´ê ev agahî dan: "19'ê Gulanê li herêma Zapê li dijî dagirkerên li devera Herfa T'yê, çalakiyek hat kirin. Piştî ku bi çekên ferdî li dagirkeran hat xistin, şerekî giran qewimî. Di vê çalakiyê de li ber çavan 4 leşker hatin cezakirin, hevrêyên me Egîd Batman û Rêber Nisêbîn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."

HPG´ê nasnameya van şehîdan wiha eşkere kir:

* Egîd Batman (Veysî Yomen) ê li Batmanê jidayikbûyî, 19'ê Gulana 2021’ê li Zapê şehîd bû.

* Rêber Nisêbîn (Suleyman Aydin) ê li Nisêbînê jidayikbûyî, 19'ê Gulana 2021’ê li Zapê şehîd bû.

HPG´ê wiha dewam kir: "28’ê Gulanê saet 08:00'an li herêma Zapê li devera Cîloyê Piçûk di çalakiyeke li dijî dagirkeran de 2 dagirker hatin cezakirin. Li ser vê dagirker qedemeyekê bi paş ve çûn. Saet 09:00'an ev dever du caran bi balafirên şer hat bombekirin.

Eynî rojê saet 17:30'an hêzên me ji sê aliyan ve ketin nav dagirkerên dixwestin têkevin tûnelên şer. Baskê pêşî bi çekên ferdî 3 dagirker ceza kirin, baskê duyan 2 mewzî kirin hedef û li wan dan.  Li vir jî 2 dagirker hatine cezakirin û mewziyek hat rûxandin. Destê parastinê jî dagirker kirin hedef, derbên serketî li wan dan, lê li vir dagirkerên ku hatin cezakirin û birîndar bûne, hijmara wan tam diyar nebûye.

Di van çalakiyan de ku bi giştî 7 dagirker hatine cezakirin û 1 mewzî hatiye rûxandin hevrêyên me Zagros Avaşîn û Zeynep Faraşîn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."

HPG´ê nasnameyên şehîdan wiha parve kir:

* Zeynep Faraşîn (Mizgîn Akyol) a li Qoserê jidayikbûyî,  28'ê Gulana 2021’ê li Zapê şehîd bû.

* Zagros Avaşîn (Ferdî Mergal) ê li Mûşê ji dayikbûyî, 28'ê Gulana 2021’ê li Zapê şehîd bû.

Çekên kîmyewî bi kar anîn

HPG´ê da zanîn ku 29'ê Gulanê saet di navbera 16:00-19:00 de li devera  Cîloyê Piçûk ê herêma Zapê, di êrişên li dijî tûnelên şer de, artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne.

Şehîdên Kurojaro

HPG´ê wekî din da zanîn ku "20'ê Gulanê saet di navbeyna 14:30-15:00'an de li herêma Zapê li devera Kurojaro hatiye bombekirin, di encamê de hevrêyên me Brûsk Kobanê û Rêdûr Cûdî şehîd bûne." Nasnameya şehîdan wiha hat ragihandin:

* Rêdûr Cûdî (Muhammed Mehdî Tanriverdî) yê li Şirnexê ji dayikbûyî, 20'ê Gulana 2021’ê li Zapê şehîd bû.


* Brûsk Kobanê (Ahmet Alî Bozan) yê li Kobanê jidayikbûyî, 20'ê Gulana 2021´ê, li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.