Tevî fermandaran îmha bûn

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 01:47

  • Di operasyona şoreşger û çalakiyên gerîlayan de li Zap û Metînayê 49 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Gerîlayan sîlehên A-4 ên dijmin jî li dijî dijmin bi kar anîn.  

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi çalakî û operasyonên xwe yên şoreşgerî, 49 leşkerên Tirk tevî fermandarên wan kuştin. Gerîlayan 17 çeper, 2 çekên A4, bombeavêjek îmha kir û gelek çek û cebilxane jî desteser kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hêzên me ji bo pîrozkirina destpêkirina sala 45'an a partiya me PKK'ê û di şexsê endamê Fermandariya Eyaleta Metîna hevrêyê me Nûrî Yekta de ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên bi çekên kîmyewî û qedexekirî şehîd bûne, li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metînayê operasyoneke şoreşgerî li dar xistin. Bi rêbazên êriş, serdegirtin, sekvanî û çekên giran, çalakî hate kirin. Tîmên me yên profesyonel bi gelek taktîkên gerîla, bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dagirkeran ve çûn û çeperên dijmin fetih kirin.

Di encama çalakî û operasyonên şoreşgerî yên hêzên me de 49 dagirker tevî fermandarên wan, hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, depoyeke erzaqan, 2 sîstemên kamera yên mobesse, 2 sîstemên sensorê yên bala xwe li ser liv û tevgerê ne, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûrek destnîşankirinê, çekek sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayek ku navê Ogûzhan Alp li ser hebû û 3 çavkaniyên hêza elektrîkê, hatin desteserkirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. 16 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran bombe kirin."

HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan û operasyona şoreşgerî kir:

 

Li Zê (Zapê)

27'ê Mijdarê saet di 10.30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Dagirkerên ku piştre xwestin dest li qada çalakiyê werdin, careke din bûn hedefa hêzên me. Di encamê de 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin. 

27'ê Mijdarê saet di 15:30'î de helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bibarînin, tîmên me yên bi tevger kirin ku helîkopter neçar ji qadê biçin.

27'ê Mijdarê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a li Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran dan û 2 dagirker ceza kirin.

 

Li Metînayê

26'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya li Girê Hekarî operasyoneke şoreşgerî hate destpêkirin. Di çarçoveya operasyona şoreşgerî de ji sê baskan ve bi bombeyên destan û çekên nîv otomatîk li dagirkerên li ser Girê Şehîd Zemanî hate xistin. Hêzên me bi ruhekî bilind ê êrişê bi ser dagirkeran ve çûn û 17 çeperên dijmin yek bi yek xistin, fetih kirin û dagirkerên di wan de ceza kirin. Hêzên me Girê Şehîd Zemanî bi temamî kontrol kirin û li vê derê 2 çekên A4 ên dijmin desteser kirin, ev çek li dijî dagirkeran bi kar anîn û piştre bi temamî îmha kirin. Hêzên me çekên ferdî û cebilxaneya dagirkeran desteser kirin, li dijî dijmin bi kar anîn û tevî çeperên dagirkeran depoya erzaqê ya dijmin bi temamî îmha kirin.

Ji fermandarên baskê êrişê hevrêyê me Amed ê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve çû, tevî ku birîndar bû, ji hevrêyên xwe xwest ku operasyonê dewam bikin û ew bi xwe jî bi birîndarî bi ser dijmin ve meşiya. Hevrêyên me Amed, Binevş û Baran ên pêşengî ji vê operasyona şoreşgerî re kirin û bi wêrekiyeke mezin şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Hêzên me di heman demê de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Akîf û Girê Şehîd Viyan ji du baskan ve bi çekên giran û ferdî çalakî kirin û herî kêm 5 dagirker ceza kirin.

Di vê operasyona şoreşgerî de 42 dagirker tevî fermandarên xwe hatin cezakirin. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekeke bombeavêj, depoyeke erzaqê, 2 sîstemên kamera yên mobesse, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûreke destnîşankirinê, çekeke sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayeke navê Ogûzhan Alp li ser û 3 çavkaniyên hêzê hatin desteserkirin.

26'ê Mijdarê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, 2 sîstemên sensor ên bala xwe li ser tevgerê ne, ku dagirkeran ji bo pêşî li serdegirtina hêzên me bigirin bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi profesyonelî hatin îmhakirin.

27'ê Mijdarê saet di 14:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

27'ê Mijdarê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

27'ê Mijdarê saet di 17:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin, û dagirkerek ceza kirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.