Tevî êşên xwe em bi Ocalan re ne
Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:40
Rêber APO di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê jî li ser bangê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Ev geşedan, ji bo demokratîkbûn û bêpevçûniyê weke gaveke girîng hatin nirxandin û gelek derdoran piştgirî dan. Herî zêde jî malbatên di şer de xizmên xwe winda kirin piştgirî dan. Perîşan Ozlu ku di dema şewitandina gundan de hevjînê xwe û di pêvajoya piştre de jî 2 zarokên xwe di şer de winda kir, piştgirî da pêvajoyê.
Hevjîn û 2 zarokên wê şehîd in
Perîşan Ozlu, li mezraya Binevşê ya gundê Bilehê ya Colemêrgê dijiya û piştî ku di sala 1994’an de mezraya wan ji hêla dewletê ve hat şewitandin, koçî navçeya Artêmetanê ya Wanê kir. Di dema serdegirtina gund de hevjînê wê rû bi rûyê êşkenceyên giran bû û felc bû. Demekî kin piştre jî jiyana xwe ji dest da. Kurê Perîşan Ozluyê yê bi navê Ferman Ozlu (Mazlum Mamxurî) di sala 1994’an de tev li refên PKK’ê bû û di 6’ê Îlona 2010’ê de li Colemêrgê di şer de şehîd bû. Keça wê Kader Ozlu (Rûken Mamxurî) jî di 17’ê Hezîrana sala 2017’an li Botanê şehîd bû.
Ez bi têkoşîna wan serbilind im
Perîşan Ozluyê diyar kir ku zarokên wê ji ber zextên dewletê tev li refên PKK’ê bûne û got:“Kurê min Mazlum ji ber êşkenceyên dewletê li bavê wî kirin tevlî PKK’ê bû. Keça min jî ji birayê xwe bandor bû û tevlî bû. Kurekî min jî hate girtin û 15 salan di girtîgehê de ma. Zarokên min ji ber êşkenceyên giran ên dewletê bi serê me anîn berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Zarokên min neheqî û zilm qebûl nekirin. Me tu caran li dijî zilm û neheqiyê xwe bêdeng nekir û serê xwe netewand. Ez her tim bi têkoşîna zarokên xwe serbilind im.” Perîşan Ozlu, da zanîn ku pergala cerdevaniyê ya dewletê qebûl nekirine lewma gundê wan hate şewitandin û got:“Ji ber vê jî em hatin Wanê. Kurê min Mazlum 20 roj piştî hatina me tev li PKK’ê bû.”
Em bi birêz Ocalan re ne
Perîşan Ozlu, got:“Her tim zext li ser me hebû. Êşên dewletê bi min daye kişandin wê tu caran ji bîr nekim. Ev êş wê her bimînin. Lê tevî vê jî aştiyê diparêzin. Tevî ewqas êşan jî aştiyê diqîrim. Birêz Ocalan tu caran bi şer û rijandina xwînê re nebû. Em birêz Ocalan re ne. Em bi aştiyê re ne.”
Bila şer bidawî bibe
Perîşan Ozlu, xwest dewlet gavan biavêje û got:“Bila êdî xwîn nerije. Ev ax têrî me hemûyan heye. Heke aştî çêbibe em dixwazin dîsa vegerin gundên xwe. Tenê ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir, tu êş neman ku bi me nedan jiyîn. Heke budçeya ji bo şer tê veqetandin ji aboriyê re veqetînin wê krîza aborî bi dawî bibe. Ew ê gund ji nû ve bên avakirin û wê demê wê çandinî û ajalvanî pêş bikeve. Heke şer xelas bibe wê yekitî çêbibe. Divê gelên Kurd û Tirk piştgiriyê bidin aştiyê û xwedî li pêvajoyê derkevin. Tevî pêvajoyê jî rewşa şer didome. Çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Bila bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin.”
MA/WAN