Tevî êrişan şaredarî dixebite

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 22 Gulan 2023 - 14:45

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişlo, ji bo bipêşxistina xizmetguzariya li herêmê plansaziyê amade dike. 

Şaredarî beriya ku plansaziya xwe ya salane ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve erê bike, bi xelkê û bi komînan re civiya. Di wan civînan de gel ji bo bipêşxistina rola xwe di bipêşxistina xizmetguzariyê de, pêşniyaz û nihêrînên xwe parve kirin.

Li gorî endamê rêveber ê Nivîsgeha Nirxandinan a Şaredariya Gel a Qamişlo Hesen Hisên: “Plansaziya me hazir e û îsal, 18 projeyên ziftikirinê hene. Jê 16 proje dê li taxên bajêr û 2 li gundan bin. Torên kanalîzasyonê wê bi dirêjahiya 3 hezar û 100 metreyî werin dirêjkirin, 50 ragar bên bicihkirin. Her wiha wê hin kolan bi kevir û bermahiyan bên sererastkirin.”

Torên lûleyên avê

Di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de, Daîreya Avê ya Qamişloyê wê gelek projeyan çêke. Firehkirina torên avê li taxa Cûdî-Qenaya Siwês bi dirêjahiya 168 metreya, sererastkirina tora avê li gundê Tenûriye, firehkirina tora avê li taxa Hilêliye bi dirêjahiya hezar û 70 metre û li taxa Xerbî bi dirêjahiya 516 metre, dirêjkirina lûleyên avê li rojavayê têketina bajêr bi dirêjahiya 2 hezar û 400 metreyan, peydakirina elektrîkê ji bo 13 bîran, kirrîna 5 sarincan ji bo avê ji bajêr re peyda bikin. 

Pirsgirêk wê bi dawî bibin

Li gorî Hesen Hisên şaredarî pîlan dike ku li taxên Çimaya, gundê Nemetlî, taxa Xerbî, Elaya, Wista, gundê Navgir, lûleyên 30-40 cemtîmetrî û bi dirêjahiya 3 hezar û 100 metreyan bi cih bike.”

Hisên bang li xelkê kir ku bi werşe û komîteyên şaredariyê re hevkar bin: “Divê xelkê herêmên ku wê kolanên wan bên ziftkirin, destpêkê pirsgirêkên kanalîzasyonê û dirêjkirina torên avê yên xwe sererast bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.