Li hemberî hêzên gerîla ku ji ber erdhejê çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandiye, ji bejahî û hewayî ve êrîşên artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku di pozîsyona parastinê de ye, artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êrîşan dewam dike. Li gel êrîşan jî hêzên me pozîsyona xwe ya heyî diparêzin û li ser bingeha parastina rewa bersivê didin.
Li herêma Zê (Zapê)
13'ê Sibatê saet di 11:00 de, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê bi çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek birîndar bû.
13'ê Sibatê saet di 19:50'î de, li qada Çemçoyê dagirkeran bi çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barandin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi sûîqestê bersiv dan dagirkeran. Li vir dagirkerek hate cezakirin.
13'ê Sibatê saet di 13:00 de, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê bi çekên giran hatin bombekirin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.
Sûcên dewleta tirk
13'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
13'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
13'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Qada Çemço 38 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN