Tevî çeperên xwe îmha bûn

În 12 Tebax 2022 - 21:03

  • Gerîlayên azadiya kurdistanê bi çalakiyên nû 7 dagirkerên din kuştin, du çeper, dronek, kamerayeke mobeseyê û çekeke A-4 îmha kirin.

Gerîlayên azadiya kurdistanê bi çalakiyên nû 7 dagirkerên din kuştin, du çeper, dronek, kamerayeke mobeseyê û çekeke A-4 îmha kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser mîrateya Pêngava 15’ê Tebaxê ya encama biryardariya îradeya mezin a hevrê Egîd, li hemberî artêşa Tirk a dagirker şerekî mezin dikin. Di çalakiyên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger de ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê, 7 dagirker hatin cezakirin, du çeper, dronek, kamerayeke mobeseyê û çekeke A-4 hatine îmhakirin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 19 caran bi balefirên şer,

15 caran jî bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi tank û obusan bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir: 

Li Zê (Zapê)

11’ê Tebaxê saet 05:30’î hêzên me yek ji droneyên li ser çeperên şer ên Qada Berxwedana Çemço’yê xist xwarê. 

11’ê Tebaxê saet 12:10’an tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara xist; çepereke A-4 û çekeke A-4 a di hundirê wê de hatin rûxandin.

11’ê Tebaxê saet 16.00’an wesayîta kepçeyê dixwest li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn rêya leşkerî ji bo dagirkirinê çêke, hêzên me derb lê xist. Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar man karê bi kepçeyê rawestînin. 

11’ê Tebaxê saet 00:00’ê de hêzên me li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê  bi çalakiyên koordînekirî û taktîkên çekên giran di heman demê de li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin.

Li Metînayê

Di 11’ê Tebaxê saet 22:40’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên nîvotomatîk li dijî qereqola Kanî Masî ya li Metîna çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û pergaleke kameraya mobese jî hatin rûxandin.

Di 11’ê Tebaxê saet 18:20’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran dan. Dagirkeran xwest çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî bombebaran bikin, hêzên me li wan dan. Dagirker gavekê vekişiyan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.