- PKK: Ji bo ku pergala êşkence û tecrîdê bişike û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi cih were, em ê her tiştî bikin. Ji bo şikandinta tecrîda Imraliyê ji her demê bêhtir divê em têkoşînê geş bikin.
Komîteya Navendî ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Em bang li gelê xwe û dostên xwe hemûyan dikin da ku bûyeran rast fêm bikin û sala 44’an a têkoşînê bikin sala serfiraziyê ya mezin."
Komîteyê bi rasthatina salvegera damezrandina PKK´ê ya 43’an got, “Partiya me PKK di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Licê kongreya xwe ya fermî kir û em di salvegera 43’yan a avakirina PKK’ê de ne. Di sala 44’an a PKK’ê de serketinê ji têkoşerên têkoşîna azadî û demokrasiyê re dixwazin."
PKK´ê ev bang li xelkê kir: "Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger û demokratîk dikin ku bi îddîyake ji ya her demê zêdetir, em meşa xwe ya pêncî salan û salvegera avakirina 43’yan rast fêm bikin û bi coşeke mezin pîroz bikin."
PKK´ê got, "Bi têkoşîna pêncî salan re, Rêber Apo û PKK’ê pêşî li qirkirinê girt. Hebûna gelê Kurd û azadiya wî garantî kir, mirovayetî ji qirkirineke din rizgar kirin. Ji xeynî hêzên ku dijminatiya PKK û gelê Kurd dikin, îro her kes vê qebûl dike.
Rêber Apo û PKK’ê di têkoşîna azadiyê ya 43 salan e, mirovên Kurd û civaka wê li ser bingeha azadiyê ji nû ve afirand. Bû ruhê azadiyê, bîr, bawerî, îrade, rêxistin û çalakiya bindestan hemûyan. Gelê Kurd ê ku bêparastinmabû, ew kir xwedî bîr û hêz. Şoreşa Vejîna Neteweyî ava kir û geşedana neteweya demokratîk da destpêkirin. Derbên giran li serweriya qirker û faşîst xistin, ji bo gelê Kurd rêya rêveberiya demokratîk û jiyana azad vekir."
PKK´ê serketina gel pîroz kir
PKK´ê berxwedan û têkoşîna sala 43´yan jî nirxand û got, "Têkoşîna sala 43’yan a PKK’ê bi heybet bû. Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku piştgirî ji DYE û PDK’ê distend, ji bo îmha û tesfiyekirina PKK’ê dest bi êrişeke bi pîlan kiriye. Hêzên me yên gerîla yên qehreman Garê, Metîna û Zap, û li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemûyan û li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke fedaî kirin û di warê şikandina êrişên dijmin de bi roleke pêşeng rabûn. Faşîzma AKP û MHP’ê çekên kîmyewî jî bi kar anîne lê nekarîne îradeya hêzên me yên gerîla bişikînin. Gelê me yê ku pişta xwe dispêre berxwdana gerîlayan, jin û ciwan di serî de li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat çalakî dane destpêkirin û pêngava me bi xurtî domandin. Girtiyan jixwe timî li ber xwe dida û tevkariyeke mezin li pêngavê kirine. Li ser vî esasî em têkoşîna sala 43’an a gelê xwe silav dikin û serketina wan pîroz dikin."
Faşîzm di sala 44’an de wê hilweşe
PKK´ê got, bi têkoşîna di sala 44´an de ew ê bikin ku faşîzma dewleta Tirk hilweşe: Faşîzma AKP-MHP'ê bi rengekî eşkere têk çûye. Gerîlayên me ku bi Serfiraziya Garê ya dîrokî ketin sala têkoşînê, her wiha bûne serketiyên şerê li Metîna, Zap û Avaşînê. Ev pêvajo wê bidome û di sala 44'an a PKK'ê de faşîzma AKP-MHP´ê wê hilweşe. Di sala 43'yan de me faşîzma AK-MHP'ê şikand, di sala 44'an de em ê hilweşînin."
PKK´ê got, israra wê ya şikandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê jî wê dewam bike: "Ji bo ku pergala êşkence û tecrîdê bişike û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi cih were, em ê her tiştî bikin. Ji bo şikandinta tecrîda Imraliyê ji her demê bêhtir divê em têkoşînê geş bikin."
PKK´ê daxuyaniya xwe bi bangekê bi dawî kir: "Li ser vî bingehî em careke din Cejna Vejînê ya Neteweyî ya 27'ê Mijdarê pîroz dikin, em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dkin da ku bûyeran rast fêhm bikin û sala 44'an a PKK'ê bikin sala serfiraziya mezintir.''
BEHDÎNAN
Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya PKK´ê
Bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê em mohra serketinê li sala 44´an a PKK’ê didin’, bi sedan kes li Binarê Qendîlê li Başûrê Kurdistanê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin. Şahiyê heta êvarê dewam kir.
ROJNEWS/BINARÊ QENDÎLÊ