Tevgera PDK çi dibêje?

Çarşem 30 Adar 2022 - 22:48

  • Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî ji bo ku DYE vê operasyonê erê bike di nava hewldanan de ne. Hat zanîn ku ji Tirkiyeyê zêdetir, di hevdîtinên rû bi rû û yên li ser telefonan de rayedarên PDK’ê di nava hewldanan de ne ku rayedarên DYE’yê di vê mijarê de qaneh bikin.

ERDOGAN ALTAN / MA/HEWLÊR

Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, hema hema va ye, salekê li pey xwe dihêle, lê heta niha jî encamek nehatiye bidestxistin. Tirkiye niha jî hewl dide bi alîkariya PDK’ê vê operasyonê berfirehtir bike. Tê gotin, ji bo DYE vê operasyonê erê bike, PDK ji Tirkiyeyê bêhtir di nava tevger û bizavê de ye. 

Tirkiyeyê di 23’yê Nîsana sala 2021’ê de li dijî herêmên Zê, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyonhindik ma ku salekê li pey xwe bihêle. Tevî alîkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî hêzên artêşa Tirk heta niha encamek bi dest nexistiye. Ji bo ku encamekê bi dest bixe, Hêzên Çekdar ên Tirk, Pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê û komên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) jî tev li operasyonê kirin. Lê dîsa jî encamek bi dest nexist û neçar ma ku ji gelek deveran vekişe. 

Tirkiye li meydana şer xitimiye. Bi xitimîna Tirkiyeyê re hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de zêdetir bûn. Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan piştî hevdîtinên bi rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê re, Serokê Herêma Federê ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûn Enqreyê û bi Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Bi zêdebûna van hevdîtinên Enqere û Hewlêrê re, hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê jî bi mebesta piştgiriyeke xurtir a bi Tirkiyeyê re sewqî herêmên cuda hatin kirin. 
 
Li 87 nuqteyan hêz bi cih kirin

Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî herêmên Metîna, Zê û Avaşînê 23’yê Nîsanê salekê li pey xwe dihêle. Heta niha encamek nehatiye bidestxistin. Li gorî agahiyên ji nava PDK´ê, Tirkiye dê bi alîkariya PDK’ê, operasyona xwe berfirehtir bike. PDK’ê, beriya qederê 10 rojekî, hêzên xwe yên Gulan, Zêrewanî û Pêşmergeyên Roj li herêma Heftenînê bi cih kirin. Tê gotin, PDK dixwaze li van deveran nuqteyên leşkerî ava bike û sewqiyeta heyî jî tenê bi Heftenînê re bisînor nîne. Ji deverên nêzî Heftenîn û Metînayê heta Şêladizê û Ava Xabûrê, ji kampa sînorê Kanîmasiyê heta ber bi herêmên Bradost û Hacî Umranê, PDK’ê zêdetirî 87 nuqteyên leşkerî ava kirine. Niha jî hêzên girêdayî PDK’ê û leşkerên bipere li van nuqteyan tên veguhestin. Hat zanîn ku li nuqteyên ji hêla Fermandarê Yekemîn ê Hêzên Alîkar ên Pêşmergeyan Sîhan Barzanî ve hatine avakirin, bi taybetî jî endamên rêxistina îstîxbarata Tirk (MÎT) li wan hatine bicihkirin. 
 
Rola qirêj a çeteyên Roj e 

PDK, bi hêzên xwe yên Zêrewanî, Gulan û çekdarên Roj re piştgiriyeke çalak dide operasyona Tirkiyeyê. Xelkê herêmê jî ji ber vê nêzikatiya PDK’ê nerazî ye. Tê gotin, malbatên wan kesên di nava van hêzan de jî xwe ji wan nerazî dikin. Tirkiyeyê, çekdarên Roj heta niha ji bo paqijkirina mayinan, danîna kemînan û berhevkirina îstîxbaratê bi kar anîn. Hat zanîn ku niha jî peywireke din dayîne vê hêzê. Beriya qederê du mehan, komeke bi serkêşiya yek ji fermandarên çekdarên Roj, Ozan Hecî Îso derbasî 172’yemîn Fermandariya Lîwaya Bizirx a li Cizîr a Şirnexê bû. Peywira van hêzên navbirî ew e ku bi destpêkirina êrişeke berfireh re dê li ser xeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, başûrê Kurdistanê û Şengalê bên bicihkirin û nehêlin çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.
 
Barzanî çû Dihokê 

Hat zanîn ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlût Çavuşoglu di nava 3 mehên dawî de gelek caran li Şirnex û Dihokê bi endamên Polîtbûroyê, walî û hêzên taybet ên PDK’ê re civiyane. Tevî ku di nava bernameya Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê û Serokwezîrtiyê de nebû jî, di nava vê meha dawî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî 3 caran çû Dihokê. Li gorî agahiyan, Barzanî di van serdanên xwe de bi Hêzên Komando yên Pêşmergeyan û bi berpirsyarên Hêzên Zêrewaniyan re civînên veşartî kirine. Hat ragihandin ku bi komeke berpirsyar re li nuqteyên leşkerî yên ji Şeladizê heta Akreyê hatine avakirin, geriyaye. 

 Sedema van hevdîtin û serdanan jî ew e ku PDK rasterast tev li operasyona leşkerî ya berfireh bibe. Hat zanîn ku Tirkiye bi rasterast tevlibûna PDK’ê jî qayîl nabe û ji bo pêşîlêgirtina bertekan, di nava hewldanan de ye ku partiyên din jî beşdarî vê operasyonê bike. 
 
Qanehkirina DYE´yê jîdi stûyê PDK´ê de ye 

Tê gotin, Serokomarê AKP’ê Erdogan û wezîrê karên hundir bi hinceta şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hewl didin bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re hevdîtinan bikin, lê armanca esasî ya van hevdîtinan, erêkirina vê operasyona berfireh e. Tê gotin ku Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî jî ji bo ku DYE vê operasyonê erê bike di nava hewldanan de ne. Hat zanîn ku ji Tirkiyeyê zêdetir, di hevdîtinên rû bi rû û yên li ser telefonan de rayedarên PDK’ê di nava hewldanan de ne ku rayedarên DYE’yê di vê mijarê de qaneh bikin. Tê gotin, DYE hewl dide PKK’ê ji Herêma Federe ya Kurdistanê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûr bixe lewma jî îhtîmaleke mezin e ku vê operasyonê erê bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.