- Çalakiya Greva Birçîbûnê ku girtiyên azadiyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî’, dane destpêkirin, di roja 37’an de bi biryardarî dewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiyê yên di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku di 27’ê Mijdara 2023’an de bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ dane destpêkirin, bi biryardariyeke mezin dewam dike.
Endama Kooperatîfa Parêzerên Jin a Femînîst a Barselonayê (IACTA) parêzer Altamîra Ana Guelbenzu ku di delegasyona tecrîdê ya navneteweyî de cih digirt der barê grevên birçîbûnê û tecrîda giran de axivî û bang li hikûmeta Tirk û saziyên navneteweyî kir ku bikevin tevgerê.
Altamîrayê da zanîn ku siyaseta tecrîdê ya tê meşandin tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye û mînaka girtîgeha Îmraliyê tune ye û wiha got:“Rewşa heyî ya Birêz Ocalan, ji aliyê mafê mirovan û standardên mafê mirovan a navneteweyî de nayê qebûlkirin. Di dîroka Ewropaya modern de jî mînaka wê tuneye. Şertên Birêz Ocalan tê de dijmirovahiyê ye. Li gorî rêbazên infaza girtîgehan a Ewropayê divê têkiliya girtî neyê sînorkirin. 3’emîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê jî vê qedexe bike.”
Li dijî pergalê rexneyeke xurt e
Altamîrayê di dewamê bal bire ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got:“Em dizanin ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên Kurd kampanya greva birçîbûnê dimeşînin. Salên dawî de grevên birçîbûnê weke rengeke têkoşînê ya kolektîf hat bikaranîn. Li Spanyayê dawiya salên 70’ê de pêkanînek wisa hat jiyîn. Ev rexneyek xurt a li dijî pergala ceza û girtîgehan bû. Niha li Tirkiyeyê girtiyên siyasî jiyana xwe dane holê û rewş krîtîk e. Ev nayê qebûlkirin. Divê saziyên siyasî berpirsyariyê bigirin.”
Berxwedan kirin rengê jiyanê
Altamîra da zanîn ku divê li dijî grevan berpirsyarî bê cih û got: “Rewşa girtiyên siyasî krîtîke. Divê vîtamînên pêwist bên dayîn.Mixabin rojên pêş de wê komplîkasyonên tenduristiyê derkevin holê. Girtî li dijî binpêkirinan serî li vê rêbaza dawî ya têkoşinê dane. Ez piştevanî, hêz û hezkirina xwe ji hemû girtiyên di grevê de ne re dişînim. Greva birçîbûnê serlêdaneke radîkal û dawî ya ji girtiyên Kurd re maye. Tevgera Kurd ku diwar bezandine, berxwedan kirin rengê jiyanê.Ev careke din nîşanê hemû cîhanê dane.”
Ocalan çareseriyê pêşkêş dike
Endama Tevgera Gemeîrsam Kampfenê ya li Elmanyayê, Rûa Fîtko jî têkildarî pêngava " Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî " û girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Rua Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan ji bo fêmkirina krîzên li cîhanê û sedemên wan girîng e û got:"Ev paradîgma ne tenê bi pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re têkîldar e, ji bo qeyrana ku cîhan tê de ye jî çareseriyê pêşkêş dike. Mînak ev paradîgma ji bo welatê min Elmanya jî çareserî û perspektîfekê pêşkêş dike. Bi saya fikrên Ocalan em dikarin xwe ji nû ve pênase bikin. Ew Rêberek girîng e.” Rua Fitko destnîşan kir ku Abdullah Ocalan alternatîfeke girîng pêşkêşî civakan dike û got:“Ocalan di pirtûkên xwe de rêyekê dide me ku civakên xwedî nirxên demokratîk dikarin bijîn. Dewletên netewe her tim me bi nasname, zayendperestî, yanî cudahiyên me ji hev vediqetînin. Li hemberî van divê em hevpariyên xwe xurt bikin."
Ocalan azad nebe civak azad nabin
Rua Fîtko bal bire ser girîngiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan û got:“Divê azadiya Ocalan ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin be. Bi taybetî em jinên li Ewropayê divê baş bifikirin ka şert û mercên tecrîda li ser Ocalan ji bo me tê çi wateyê. Azadiya Ocalan û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne. Heta ku Ocalan azad nebe, civakên mexdûrên pergala ku em tê de dijîn nikarin azad bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN