Tevgera Azadiyê pergala çareseriyê ye

În 15 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Tevgera Azadî ya ku xebatên xwe yên siyasî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê didomîne, li Otela Ramada ya Silêmaniyê Kongreya xwe ya asayî ya 3´yan li dar xist. 

Tevgera Azadî ya ku xebatên xwe yên siyasî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê didomîne, li Otela Ramada ya Silêmaniyê Kongreya xwe ya asayî ya 3´yan li dar xist. 

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi beşdariya delege û mêvanên ji parêzgeh û navçeyên Başûrê Kurdistanê, dest pê kir.

Kongre bi dirûşma “Bi perwerdekirin û rêxistinkirina civakê, Kurdistaneke azad û Iraqeke demokratîk ava dikin” tê lidarxistin.

Şandeyên HDP, YNK, Hizba Şûî, Hizba Zehmetkêşan, Tevgera Gorran, PADÊ û gelek partî û tevgerên din li salonê cihê xwe girtin. Nûnerên Kurdên Şîî, Kakeyî, Zerdeştî û Êzîdî jî beşdarî kongreyê bûn. Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şahnaz Îbrahîm Ehmed bi parlamenterên YNK’ê re hatin salonê.

Di kongreyê de 600 delegeyan dengê bi kar anî.

Destpêkê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah xêrhatina delegeyan kir û peyama siyasî ya kongreyê xwend. Wî behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Kurdistanê, hedefgirtina şoreşgerên Kurd ên di nava xaka Başûr û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir.

Di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê de jî wî got; “Nebûna sîstemeke demokratîk, neteweyî û berpirsyartiya PDK’ê, Herêma Kurdistanê ber bi pirsgirêk, şer û qeyranê ve biriye. Di demekê de ku di şerê dijî DAIŞ’ê de gerîla, şervan û pêşmergeyan bi hev re di yek çeperî de Kurdistan diparastin, derfeteke zêrîn ji bo yekîtiya neteweyî hebû, lê PDK da dûv berjewendiyên xwe, referandûm pêk anî û di encamê de jî reviya.”

Dîwana serokatiyê ya sê kesî hat hilbijartin. Pişt re Tara Hisên rapora nirxandina rewşa rêxistinî xwend û beşdarên kongreyê li ser minaqeşe kirin. Şehên Mihemed rêzikname ya nû ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê xwend û bi heman awayî li ser wê jî nîqaş hatin kirin.

Peyama HDP´ê ji kongreyê re

HDP’ê jî ji bo Kongreya Tevgera Azadî peyamek şand û got, “Em Kongreya we ya Asayî ya 3´yan pîroz dikin û hêvî dikin ku ev kongre bibe wesîle û kartêka çareserkirina aloziyên herêmê.

Di qonaxeke dîrokî de hûn kongreya xwe li dar dixin. Em hêvî dikin ku kongreya we di demeke wiha de bibe wesîleya bihêzkirina nîqaş, guftûgo û danûstandinan. Encam û biryarên kongreyê bibin bingehê bihêzkirina tifaq û yekîtiyê û bipêşxistina demokrasiya radîkal û avakirina rêya 3’yemîn.

Di qonaxeke wiha dîrokî de erk û mîsyon û vîzyoneke giring a Tevgera Azadiyê li Herêma Kurdistanê û li Iraqê heye. Li Herêma Kurdistanê û li Iraqê, pergala Tevgera Azadiyê pergala çareseriyê ye. Serketina Tevgera Azadiyê ji bo me cihê şanaziyê ye û hêz dide têkoşîna me û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Gava nûçeya me dihat amadekirin, kongreyê bi nîqaş û hilbijartina hevserokan dewam dikir. Biryar bû hevserok û desteya nû ya rêveberiyê werin hilbijartin. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.