Hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Ciwan Mistefa bang li welatiyan kir da ku tevdran bigirin ji bo xwepararastina li dijî şewba ji ber vîrusa koronayê. Wî piştrast kir ku wan tevdîrên hişk ji bo qedexeyê girtine.
Şaneyên Aloziyê ya herêma Cizîrê qedexeya giştî li tevahî herêmên Cizîrê ferz kir. Qedexe wê ji 25`ê Îlona 2021'ê seat 6;00'ê sibehê heta 1`ê Cotmehê dewam bike.
Ji ber ku hejmara pêketiyên pêla çaran a şewba ji ber vîrusa Koronayê zêde bûye, ev tevdîr tên girtin.
Ciwan Mistefa diyar kir ku ji nîvê meha Tebaxê ve rêjeya pêketiyên Koronayê li herêmê zêde bûye û di destpêka meha Îlonê de
hejmara pêketiyan sêqet bûye, hejmara kesên mirine jî zêde dibe û tenê di rojekê de 11 kes ji ber vîrusa koronayê mirine.
Linavendên tendirustiyê cih nemaye
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku pêla çaran a şewba ji ber vîrusa Koronayê ji pêla sêyemîn cudatir e û bi leztir belav dibe, û zarok jî pê dikevin. Her wiha da zanîn ku navendên tenduristiyê bi pêketiyên vîrusê dagirtî ne û heger rewş wiha bidome, felaketek wê biqewime.
Ciwan Mistefa got, ji bo ku rewş di kontrola wan de bimîne, divê bi lez tevdîr werin girtin û yek ji wan tevdîran jî ferzkirina qedexeya giştî li herêma Cizîrê ye û bi taybetî jî li bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê.
Ciwan Mistefa got, “Heger zêde pêwîstî tine be, hewce nake hûn ji mal dernekevin.” Wî got, kesên tevdîr û şîretên Desteya Tendurstiyê pêk neînin, dê muhasebe bi wan re bê kirin li gorî qanûnên Hêzên Ewlekariya Hundir.
Ciwan Mistefa xwest şênî di vê qonaxê de bi Rêveberiya Xweser re bibin alîkar û pabendî şîretan bin.
ANHA/QAMIŞLO