Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê (TEV-ÇAND) bi tevlêbûna tevgerên çandî û hunerî yên pêkhateyên li herêmê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Heleb û gundewarên wê daxuyaniyek da. Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Hunermendan, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandê, Komeleya Çandî ya Suryanî û Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Civakî ya Ermenî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî li Stada Şehîdên 12`ê Adarê, bi beşdariya pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama TEV-ÇAND’ê ya Cizîrê Keder Hisên û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Yexnîk Kerbo ve hat xwendin. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:“Dewleta Tirk a dagirker û faşîst dijminê gelê Kurd e, hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi encam bike her rê û rêbazê qirêj û bê exlaq pêk tîne. Li hember van êrişan hemû hêzên cîhanî bê deng dimînin û heta destek didin dewleta Tirk a faşist.
Niha jî dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya heman polîtîkayan de êrişeke dagirkerî û qirkirinê li Şehba û Halebê destpêkiriye. Armanca vê êrişê ne tenê Şehba û Haleb e, dixwaze axa Sûriyeyê tevahî dagir bike. Bi taybet jî dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike. Li hember van êrişan gelê me li berxwe dide, hêzên me yên parastinê bi îradeyeke xurt şer dikin û gelê me li hember van êrişan diparêzin, hêzên me yên leşkerî û gelê me bi hev re bi rihê şerê gelê şoreşgerî li berxwe didin. Em wek hunermend, rewşenbîr û endamên xebatên çand, huner û wêje li hember van êriş û dagirkeriyê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Bi hemû hêza xwe seferber dibin
Wek neteweya demokratîk; Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkes û hemû pêkhateyên li heremê bi hev re vê berxwedanê em ê serkeftî bi encam bikin. Em careke din bangî hemû gelên cîhanê dikin ku mil bidin milê me. Bi taybet em bangî hemû hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Serkeftina gelê me serkeftina mirovahiya azad û demokrat e. Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxên civak û mirovahiyê temsîl dike, li vê şoreşê xwedî derketin li xwe û civaka xwe, xwedî derketin e. Rêveberiya Xweser seferberî îlan kiriye, em jî bi hemû hêza xwe tev li vê seferberiyê dibin û dibêjin; bi saza xwe, bi soza xwe, bi deng û rengê xwe, bi pênûs û fikrê xwe, bi ked û çalakiya xwe em tev li ber xwe bidin. Roj roja xîret û rûmetê ye, roj roja berxwedan û têkoşînê ye, roj roja li kerameta xwe xwedîderketinê ye û roj roja parastina gel, welat û axa xwe ye.”
ANHA/QAMIŞLO