Tev li berxwedanê bibin
Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 03:58
- PKK'ê ragihand ku statuya Başûrê Kurdistanê, jiyana demokratîk û azad ne bi bêdengiya li ber dagirkeriya Tirk, lê bi xwedîderketina li berxwedêran dikare bê parastin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê der barê êrişkarî û dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de weha tê gotin: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst ên li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gel û xaka Kurdistanê dewam dikin. Ne dewleta Tirk ne jî hêzên hevkarên wê pêwîstiyê pê nabînin ku van êrişên qirkirinê veşêrin. Di şexsê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de êrişî gel, xweza, ziman, çanda Kurdistanê û yekîtiya neteweyî dike. Hêzên me yên gerîla jî bi berxwedaneke fedayî, ji bo parastina rûmeta neteweyî û nirxên bingehîn ên gelê me şer dikin.
Destûr dan êrişa li ser Mexmûrê
Dewleta Tirk ku li pêşberî berxwedana gerîla ji hev ketiye û nikare bi dilê xwe operasyona dagirkeriyê bimeşîne, 5'ê Hezîrana 2021'ê êriş bir ser kampa Mexmûrê ya ku di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye. Tevî ku dewleta Tirk berpirsyarê vê êrişê ye, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî jî ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî gef û êrişên dagirkeriyê yên Erdogan ê dîktator faşîst, ew jî ji van êrişan berpirsyar in. Gelo li gorî kîjan hiqûqê balafirên şer û SÎHA yên dewleta Tirk a qirker û faşîst li ser kampeke penaberan difirin ku ev kamp di bin misogeriya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye. Her wiha li gorî kîjan hiqûqê, destûr tê dayin ku ji bo êrişên li dijî sivîlan qada hewayî bê bikaranîn? Nepêkane ku bêyî destûra van hêzan, dewleta Tirk qada hewayî bi kar bîne û êrişê bike.
Nûçeyên derew diweşînin
Her wiha nûçeyek bi zanebûn li nava raya giştî hate belavkirin ku tê de hate îdîakirin, 'sibeha 5'ê Hezîrana 2021'ê li Metînayê hêzên me yên gerîla li komeke ser bi hêza Zerevanî ya PDK'ê xistine'. Her wiha PDK'ê bi zanebûn xwest ku bûyera kuştina pêşmergeyekî li Derkarê di 8'ê Hezîrana 2021'ê de bixe stuyê hêzên HPG'ê. Ev nûçe hemû nerast in, manîpulasyon e, û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike. Her wiha ji bo pêşîgirtina li têkçûna dewleta Tirk e. Em van nûçe û daxuyaniyên bêbingeh û derew şermezar dikin ên ku di çarçoveya zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk de gerîla û tevgera me dike hedef. Ligel ku HPG’ê diyar kir tu eleqeya wê bi her du bûyeran re tune, PDK û çapemeniya wê bi israr van bûyeran dixe stûyê hêzên gerîla yên bi rûmet.
Dagirkeriyê meşrû dikin
PDK bi qestî nûçeyên wisa dide belavkirin. Bi van nûçeyên derew re dewleta Tirk a faşîst di rojên dawîn de li Hewlêrê bi PDK’ê re civînan dike û ev tişt jî têra xwe balkêş e. Hêzên me yên gerîla dewleta Tirk dike hedef ji ber ku dewleta Tirk dixwaze gav bi gav Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hêzên gerîla bi dehan salan berxwedaneke neteweyî ya dîrokî nîşan dide. Hêzên ku nikarin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin, dixwazin sûdê ji pozîsyona şer a gerîla werbigirin ji ber ku gerîla li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dide. Nayê qebûlkirin ku ev hêz qadên ku 25 sal in di destê gerîlayan de ye bixwaze bi dest bixe û provokasyonan bike. PDK him dagirkeriya dewleta Tirk meşrû dike û him jî pêşiya têkoşîna gel û hêzên siyasî ya li dijî dewleta Tirk digire û dixwaze êrişkariya dewleta Tirk meşrû bike. Divê PDK him li Metîna û him jî li qadên Berbizina hêza xwe vekişîne.
Piştgirê hêzên gerîla bin
Statuya Başûrê Kurdistanê û jiyana wê ya azad û demokratîk wê ne bi bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk lê bi piştgiriya hêzên li hemberî wê li ber xwe bidin wê pêk bê. Ev jî peywira Parlementoya Başûrê Kurdistanê ye. Parlementoya Başûrê Kurdistanê li hemberî bûyeran divê bi hestiyariya welatparêziya Kurd nêzik bibe, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk banga berxwedanê li hemû partiyên Başûrê Kurdistanê bike. Em bang dikin ku divê ev hêz dûrî vê hewldanê bin ku gavên wan pêşiya dagirkeran veke, divê dûrî hemû hewldanên li dijî yekîtiya neteweyî bin.
Hêzên me yên gerîla li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên faşîst ji bo jiyaneke azad û bi rûmet şer dikin. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê xwe dikin ku bi tarzeke ku vê berxwedanê geş bike, tevlî pêvajoyê bibin, bi gerîlayan re bin û em bi hev re dagirkeriyê têk bibin."
ANF/BEHDÎNAN