- 5ʼê Hezîranê wesayîteke çekdarên PDKʼê li Metînayê hat teqandin. Ragihandina bi kurdî ya bi ser dewleta Tirk gerîla tohmetbar kir. Fermandarekî Pêşmergeyan dibêje: Wesayîta pêşmergeyan ji aliyê balafiran ve hatiye bombebarankirin.
Yek ji fermandarên pêşmergeyan Qadir Xoranî li ser êrişa li Metîna li dijî pêşmergeyan çêbûyî got; “Wesayîta zirxî ya pêşmergeyan a li çiyayê Metîna bû hedef, ji aliyê balafira şer yan jî balafira bê mirov ya dewleta Tirk ve hatiye bombebaran kirin. Ji ber ku bi mûşekê bibûya hedef, yan jî şer çêbibûya, diviyabû tekeleyên wê jî teqiya bana. Wesayît ji jor de hatiye bombebarankirin.”
5’ê Hezîranê çekdarên PDK’ê êrişî kampeke gerîlayên azadiyê ya li Herêma Metîna kirin. Hêzên gerîla ragihandibûn wan tenê gulle bi armanca hişyarkirinê berdane hewayê. Lê di dema wesayîtên zirxî yên pêşmergeyan ber bi Metîna çûyî de, teqîneke mezin çêbûye. Di teqînê de 5 çekdarên PDKʼê can dan û 4 jî birîndar bûn. Li ser vê bûyerê, ragihandina Başûr pêşî ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk li wesayîtê dane. Lê paşê zimanê xwe guhertin û PKK jî tawanbar kirin. Herçiqasî HPGʼê doza lêkolîneke serbixwe kir jî wan guhê girtin û tohmetên xwe dewam kirin. Tevî vê jî Emerîka, Ingilistan û Elmanyayê hêzên gerîla şermezar kirin û qaşo xemgîniya xwe bi lez diyar kirin. Li Başûrê Kurdistanê weşanên bi kurdî yên nêzî dewleta Tirk bi taybetî hewl didin hêzên gerîla gunehbar bikin û meseleyê bixin stûyê gerîla. Jixwe çavdêrên siyasî guman dikin ku rayedarên payeberz ên PDKʼê tevî dewleta Tirk provokasyoneke welê amade kiribin ango bi zanebûn pêşmerge şandibin wir û bi balafireke bêmirov û biçek li wesayîta pêşmergeyan dabin. Jixwe di wan kêliyan de balafirên dewleta Tirk li ser mintiqeyê difirin. Daxuyanî û ravekirina yek ji fermandarê pêşmergeyan Qadir Xoranî jî vê rastiyê piştrast dikin.
Êrişeke hewayî ye
Li gorî çavdêrên siyasî û pisporên leşkerî, wesayîta leşkerî ji aliyê balafirên şer yan jî SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hatiye bombebaran kirin. Jixwe ragihandina PDK’ê jî destpêkê hemû nûçeyên xwe, weke balafirên şer yên dewleta Tirk hêzên pêşmerge bombebaran kirin, belav kir. Lê piştî demekê nûçeyên xwe dan guhertin.
Qadir Xoranî demeke dirêje fermandar e, û niha jî di nava Wezareta Pêşmergeyan de fermandariyê dike. Di heman demê de di warê leşkerî de jî pispor û xwedî tecrûbe ye. Fermandar Qadir Xoranî li ser malpera xwe ya facebookê, balkêşa ser êrişa li Metîna ya ser hêzên pêşmerge. Qadir Xoranî got, wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ku 5’ê Hezîranê de bû hedef, ji aliyê balafirên F16 yan jî balafirên bê mirov ve hatiye bombebaran kirin. Lê hêjayî gotinê ye, Qadir Xoranî piştre nûçe ji ser facebooka xwe rakir. Em nizanin, ne ku tirsiya, yan jî gef lê hatin xwarin an jî fikra xwe guhert. Lê tespîtên wî girîng bûn û me cih jê re veqetand.
Êrişeke bi pîlan e
Fermandar Qadir Xoranî di vê mijarê de 3 xalan destnîşan dike:
- Ez bi xwe li wê wesayîta zirxî siwar bûme. Ev wesayîta zirxî gelek qayîm û bihêze.
- Ti şopên guleyan li ser rexên wesayîta zirxî nînin, eger bi mûşekê jî êriş lê hatiba kirin, pêwîst bû li her çar dora wesayîta ketiba, yan jî tekeleyên wesayîtê parçe bibûna.
- Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndar şer nebû. Pêşmergeyên birîndar diyar kirin ku ji esman ve êriş li wesayîta wan hatiye kirin. Li gorî wêneyan jî wisan diyare yan balafirên F16 yan jî balafirek bê mirov, wesayît bombebaran kiriye.”
Fermandar Qadir di dewama peyama xwe de dibêje; “Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F16 yan jî balafira bê mirov, ji aliyê hêzeke terorîst li dijî pêşmergeyên Kurdistanê pêk hatiye. Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êriş bi pîlane û armanca êrişê gurkirina şerê Kurdkujî û wêrankirina Herêma Kurdistanê ye.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ