Teswîrên dans û muzîka psychedelic

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:47

  • Hin xêz û resmên li ser kevirên ku li çoleke Peruyê hatine dîtin nîşan didin ku dans û muzîka psychedelic ji mêj ve hebûye. Xelkê wî zamanî di merasîmên olî de dans girtiye û hunermendan jî ev dans li ser keviran neqişandiye.

Resm û xêzên li ser şikeftan an jî keviran di derheqê mirovên antîk de gelek agahiyan digihînin roja me ya îro. Bi saya van resm û xêzan em îro li jiyana wan ya wî wextî dinihêrin û ji van keviran fêr dibin bê ka wan di jiyana rojane de çi kiriye û bi çi re mijûl bûne. Ev resm û sêwarandinên li ser van keviran tên çi maneyê? Hin resm û gravûrên nêçîrvanan ku didin pey nêçîrên xwe kêm zêde tên famkirin. Lê hin resm hene ku ew bi pirsên xwe li hember me disekinin û arkeolog jî baş tênagihîjin bê ka ew ji me re çi dibêjin. Gelo dibe ku li pişt van resm û xêzan hest, sêhr û muzîka wî zemanî veşartî be? 

Toro Muerto yek ji wan koleksiyonên petroglîfan ên antîk in ku li çoleke Peruyê hatibûn dîtin. Ev petroglîf an jî resm û xêzên li ser teht û şikeftan “Çanda Warî” îşaret dikin ku Piştî Mîladê di navbera salên 500 û 1000 de serwer bûye. Li gor arkeologan li vê çolê qederê 3 hezar kevirên ku li ser wan resm hene hatine dîtin. Li ser van keviran figûrên insanên ku dans dikin hene û teswîrên dansê gelek in. Her wiha gava wan ev resm li ser van keviran xêz kirine hin xêzên xwaromaro ango xêzên bi pêl jî çêkirine. Hin lêkolerên ku li ser van petroglîfan dixebitin wisa texmîn dikin ku ev petroglîf temsîlên merasîmên olî ne û dans û muzîka wî zemanî rave dike. Gava ku mirovên antîk dans kirine bi çi awayî tevgeriyane nîşan dide.

Muzîk û lerzên wê yên li hewa

Ji van keviran wisa diyar e ku hunermendên antîk li ser dans û muzîka wî zemanî serê xwe êşandine. Naxwe bi hezaran kevirên ku li ser wan fîgûrên dans û muzîkê hene nedigihîştin roja me ya îro. Ji bilî resman hin xezên ku hîna jî maneya wan nehatine kifşkirin hene li ser van keviran. Lêkoleran serê ewil gotin ku ev xêz birûsk, av an jî tiştekî din temsîl dikin ango tînin ziman. Lê lêkoleran niha jî gotereke nû nivîsandiye di derheqê van resm û xêzan de dibêjin; “Li gor encamên lêkolînên me ev xêz di rastiyê de muzîk û lerizandinên muzîkê yên ku li hewa ava dibin temsîl dikin.” Lêkoleran van resman bi ‘Çanda Tukano’ ya li daristanên Kolombiyayê re anîn rûberî hev û dan zanîn ku ev xêz rewşa psikedelîk a insanên di merasîmên olî de dansê digirin şirove dike.

Çand û hunera Peruyê ya kevnar

Ev stran, muzîk, û fîgûrên ku ji çandên qedîm mane mirovan ber bi rabuhiryê derdixin rêwîtiyekê. Nexasim jî enerjiya ruhî ya zemanên antîk bi awayekî dîtbarî li hemberî mirovan e û xelk gava berê xwe didin van resm û xêzan gelek tiştî hîs dikin. Lêkolerên ku di vî warî de dixebitin jî dibêjin; “Di îkonografiya beriya Kolomb ya Emerîkayê de motîfên bi vî rengî gelek in ku ew hemû jî gerdûnî ne. Her wiha dibe ku ev motîf bi taybetî çand û rêûresmeke cuda jî temsîl dikin. Wisa tê xuyanê fikra çêkirina van resm û xêzên hanê ji dema ku hatine çêkirin jî wêdatir e.”

Axir, xêzên xwarovîço ango zîg-zagên li ser kevirên ku li Peruyê hatine dîtin merasîmên psikedelîk ên olî îşaret dikin, muzîka ku di van merasîman de hatiye bikaranîn. Ev agahî her çend nehatibe teqezkirin jî ev fîgûr di warê huner, çand û merasîmên olî yên Emerîkaya Latîn de asoyekî nû li hember xelkê ava dikin ku mirov dixwaze hîn bibe bê çi qewimiye li pey wan asoyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.