• Dr. Mehmûd Osman : Tirkiye ji Enqerê tê êrişî Rojava, Başûr dike. Terorîst ew in. Kurd tenê xwe diparêzin. Ew terorê li ser gelê Kurd dike.

RÊBAZ HESEN
ANF/HEWLÊR

9’ê Cotmeha 1998’an bi serkêşiya DYE, Îsraîl, Ingilistan û welatên Ewrûpayê li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî destpê kir. Bi vê Rêber Apo ji Sûrî derket. Di encama komploya van hêzên hegemon, emperyalîst û hevkarên Kurd de 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.
Yek ji siyasetvanên Kurd û dîsa dostê Rêber Apo, Dr. Mehmûd Osman di salvegera 22’an a komploya navneteweyî de axivî.

Tirkiyê dijminê Kurdan e

Osman qala rola dewlet û hêzên di nava komploya navneteweyî de cîhgirtine got: "Emerîkayê serkêşiya komployê dikir. Dîsa destê Tirkiye û Îsraîlê jî di nav de hebû. Ewrûpa jî di nav de kesê nedikarî li ber Emerîka dengê xwe bike, cih girtin. Ev komplo li dijî gelê Kurd bû. Mixabin komplo wê demê bi ser ket û Ocalan hate girtin."
Dr. Mehmûd Osman bal kişand ser dijminahiya Tirkiye ya li Kurdan û got: "Hikûmeta Erdogan dijminê gelê Kurd e, mijar ne tenê Ocalan e. Tirkiye dijminê PKK’ê, dijminê Bakur, dijiminê Başûr û dijminê Rojava ye. Mijar ne kesek û partiyeke. Ocalan di warê aştiyê de pir hatiye nasîn, ji bo vê yekê ev li zora wan diçe. Wan dixwest ku Ocalan li dijî PKK’ê bide rawestandin, dixwest rêveberiya Qendîlê xira bike. Ji bo wê êrişî Rojava û Başûr kir. Tecrîd li ser Ocalan girantir kir ku gotinên wî negihêje gel û xelk nebîne. Her kes dizane ku girtina Ocalan dij qanûnê ye. Tecrîda niha tê domandin jî dij qanûna Tirkiyeyê bi xwe ye jî."

Osman diyar kir ku rola Rêber Apo ya di nava PKK’ê û gelê Kurd de pir bi hêz e, ji ber ku serokekî mezin e, û got: "Alîgirên Ocalan û PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê hene. Li gorî min ku Tirkiye berjewendiyên xwe bizane, divê wî azad bike. Ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê kar dike û ji gotûbêjê re amade ye. Lê mixabin Tirkiye şer dixwaze û naxwaze dawî li şer bê. Bi azadiya Ocalan an jî guftûgoya li gel Ocalan wê şer bi dawî bibe. Tirkiye û hevkarên wê yên bazirganên şer û hezxwazên şer dixwazin şer bidomînin. Tirkiye ji Enqerê tê êrişî Rojava, Başûr dike. Terorîst ew in. Kurd tenê xwe diparêzin. Ew terorê li ser gelê Kurd dike. Eger ku bikarin PKK’ê têk bibin, wê piştre êrîşî PDK’ê û YNK’ê jî bi rêzê bikin."