• Hêza 'Mekteba Serok' a PDK'ê beriya hefteyekê ji gundê Serêşme yê navçeya Xalîfanê ya ser bi Hewlêrê heta navçeya Barzanê ya Dihokê hatiye bicihkirin.

Komek ji hêza 'Mekteba Serok' a PDK'ê beriya hefteyekê ji gundê Serêşme yê navçeya Xalîfanê ya ser bi Hewlêrê heta navçeya Barzanê ya Dihokê hatiye bicihkirin.
PDK'ê Doçka, BKC, gelek çekên giran û wesayitên zirxî yên leşkerî li herêmê bi cih kirin.
Hêzên PDK'ê li gundên herêmê nuqteyên kontrolê danîn û nasnameyên gundiyan kontrol dikin. Her wiha ji êvarê û pê ve derketina derve li gundiyan qedexe kirine.
PDK'ê di 25'ê Cotmehê de komek ji hêzên xwe şandibû herêma Garê.

ROJNEWS/DIHOK