• Wekîlê HDP’ê Erol Katircioglu got, sala çûyî çaryeka bûdçeyê seba şer çûye û tercîha îsal jî ya AKP’ê bûdçeya şer e. 

Wekîlê HDP’ê Erol Katircioglu got, sala çûyî çaryeka bûdçeyê seba şer çûye û tercîha îsal jî ya AKP’ê bûdçeya şer e. 

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Komîsyona Meclîsê ya Plan û Bûdçeyê Erol Katircioglu diyar kir ji sala 2015’an û wir ve di hemû bûdçeyan de para herî mezin ji bo ‘ewlehiyê’ hatiye veqetandin û par hema hema çaryeka bûdçeyê ji şer hatiye veqetandin.

Katircioglu got, ‘’Pereyên ku bo ewlehiyê hatine veqetandin, dikarîbûn zêdetir ji bo berjewendiya gel bihatana bikaranîn. Ji ber ku tercîh ne wiha ye, bi qinyata min îsal jî wê bûdçe weke ya par be. Nêzîkatiya hikûmetê ya li aboriya welêt neguheriye. Dîsa behsa S-400’î, F-16’an tê kirin. Dîsa xwe weke parçeyek ji pêşbaziya çekdarbûnê dibîne.

Ji şûna xerckirinên bi çarçoweya ewlehiyê, bala me li ser wê ye ku bûdçe ji bo destfirehbûna civakê û xebatên ji bo aştiyê were veqetandin.’’ 

Katircioglu her wiha got bûdçe tê Komîsyona Plan û Bûdçeyê ew ê muxalefeteke hişk li bûdçeya şer bikin.

ENQERE