Teqemenî hiştin û reviyan

În 29 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • HPG’ê ragihand ku tîmên bi tevger ên gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê 12 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine û derb li helîkopterekê dane. 

HPG’ê ragihand ku tîmên bi tevger ên gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê 12 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine û derb li helîkopterekê dane. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê got, “Di çalakiyên tîmên me yên gerok de 12 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hat xistin, dronek hate îmhakirin û 4 kîlo teqemenî hat desteserkirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 16 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk ên nukleer, 5 caran bi balefirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrişê û bi sedan caran bi tank, hawan, obus û çekên giran bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Avaşînê

Di 27’ê Tîrmehê de saet di 23.00’yan de dema ku helîkoptera Skorsky xwest ji ser qada Mervanosê biçe Zapê, hêzên me derb li helîkopterê dan.

Li Zê (Zapê)

28’ê Tîrmehê saet 10:30’î li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên ferdî û bombeyên destan gerîlayan li dagirkeran xist, Wan xwest ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin. Dagirker gavekê vekişiyan.

28’ê Tîrmehê di saet 08:00 û 12:00’an de hêzên me li dagirkeran xist, van dagirkeran dixwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Adil ên Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin.

Di 28’ê Tîrmehê saet 13:00’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Adil ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin. Hêzên me bi çekên giran û bi sekvaniyê li wan da û 3 dagirker ceza kirin. Heman rojê di saet 17.00’an de hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

Li Heftenînê

Tîmên me yên bi tevger di 1’ê Hezîranê de li Heftenînê çalakiyek li dar xist. Ji ber şert û mercên şer me nû karî agahiyên çalakiyê wergirin. Dagirkerên li Girê Koxê Melle Yahya yên li herêma Keşan a Heftenînê ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 7 dagirker hatin cezakirin.

Li Metînayê

Di 27’ê Tîrmehê saet 05:30’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî da. Heman rojê di saet 21.00’an de droneke dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

27’ê Tîrmehê saet 21:30’an bi sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hat xistin û dagirkerek hat cezakirin.

Di 28’ê Tîrmehê saet 19:30’an de, dagirkeran xwest tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin. Tîmên me yên bi tevger derb li wan xistin. Dagirkeran 4 kîlo teqemeniya ku bi xwe re anîbûn hiştin û reviyan.

Ev teqemenî ji aliyê hêzên me ve hat desteserkirin. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.