Blake McFarland lîstikvanekî beyzbolê ye, lê ew teqewît bûye. Ew bi reçîne û malzemeyê epoksî peykerên xweşik ên ji dar û tepan çêdike. Piştî ku dev ji beyzobolê berda, wî bala xwe da ser hunerê peykersaziyê û ew nexasim peykerên gur û hirçan çêdike. Wî her wiha peykerên hin heywanên din jî bi epoksî û daran çêkirine.
Blake McFarland, ser û pişta peykerên xwe ji reçîneyeke zelal çêdike û wekî din jî dar û tepan bi kar tîne da ku peykerên xwe temam bike. Cihên ku bi epoksî yan jî reçîne çêdike, dikin ku peykerên wî bibiriqin û xweşiktir werin xuyanê.
Mirov dikare bibêje, ew estetîkeke tevlihev bi kar tîne. Blake McFarland dide zanîn ku zêdetir ji bikaranîna malzemeyên nû hez dike û ji bo di vî karî de zanîna xwe xurttir bike, tim hewl dide.
NAVENDA NÛÇEYAN