- Doh sibehê PDK’ê bi hêzeke mezin a leşkerî xwest li gundê Mamsincî yê li bajarokê Xebat ê ser bi Hewlêrê, hinek xaniyên ku bê destûr hatine çêkirin, birûxîne.
Doh sibehê PDK’ê bi hêzeke mezin a leşkerî xwest li gundê Mamsincî yê li bajarokê Xebat ê ser bi Hewlêrê, hinek xaniyên ku bê destûr hatine çêkirin, birûxîne. Lê şêniyên gund li ber vê rabûn û di navbera her du aliyan de şer qewimî.
Di nava hêza PDK´ê de hêza zêrevanî, asayîş û polês hebûn. Li gundê Mamsincî yê ser bi bajarokê Xebat ê ser bi Hewlêrê, hinek xaniyên ku bê destûr hatine çêkirin, hîzîn PDK´ê xwestin birûxînin.
Li gorî zanyariyan dema ew hêz gihiştiye gund û xwestiye xaniyan bi rûxînin, welatî li ber rabûne û piştre bi qasî 15 deqîqeyan bi çekan şer qewimî.
Hat gotin ji ber şer û pevçûna rûdayî ti ziyanên canî çênebûne.
Roja 3’yê Çile jî bi heman awayî dema hêzên ewlehiyê xwestin li bajaroka Xebat hin xaniyan bi rûxînin, alozî derketibûn. Welatiyên bajarok diyar dikin, gelek xaniyên bê destûr li bajarokê Xebat hene, lê hêzên ewlehiyê tenê xaniyên kesên hejar rûdixînin û nikarin xaniyên berpirs û dewlemendan rûxînin.
ROJNEWS/HEWLÊR