Tenê Rêber APO dikare kongrê kom bike
Sêşem 18 Adar 2025 - 03:45
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku tenê Rêber Apo dikare Kongreyê kom bike û biryaran bide û got, divê yekser Rêber Apo Kongreyê bi rêve bibe.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî pêvajoya siyasî û geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo, nirxandin kir û diyar kir ku ji bo ku PKK di vê pêvajoyê de kongreyekê kom bike, divê şert û merc ji bo agirbestê bên afirandin û yekser Rêber Apo bi xwe kongreyê bi rêve bibe.
Cemîl Bayik got:“Ji bilî Rêber Apo ti kes nikare Kongreyê kom bike, di Kongreyê de wan biryaran bide. Divê her kes vê bizane. Ji ber ku yê ev tevger ava kirî û pêş xistî, Rêber Apo ye. Encex Rêber Apo dikare Kongreyê kom bike, bike ku Kongre biryaran bide. Ji derveyî wî ti kes, rêveberiya PKK’ê yan jî kadroyên PKK’ê nikarin vê yekê bikin. Divê her kes bi zelalî vê bizane.”
Cemîl Bayik anî ziman ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û ji bo bikare bi rengekî azad bixebite, divê şert û merc bên afirandin. Cemîl Bayik ragihand ku divê sîstema Îmraliyê were tasfiyekirin û destnîşan kir ku ev pêvajo wê ji bo her kesê bi sûd be, lewma divê ev firsendên dîrokî vale neçin.
Rêber APO azad nebe pêvajo pêş nakeve
Min di axaftina xwe de jî diyar kir, eger şert û mercên ku ji bo Rêber Apo bikare bi rengekî azad bixebite nayên afirandin, helbet pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe, pêş nakeve. Ev pir zelal e. Divê sîstema Îmraliyê were tasfiyekirin. Ev di berjewendiyê her kesê de ye. Helbet gelê Kurd li benda vê yekê ye, vê dixwaze. Yên ku li cîhanê têkoşîna sosyalîzmê dimeşînin, têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, têkoşîna ekolojiyê dimeşînin, têkoşîna azadiya jinê dimeşînin û her kes êdî pir zelal dibêje ku Rêber Apo divê bikare di nava şert û mercên azad de bixebite û dewleta Tirk divê vê gavê bavêje.
Li ser vî bingehî zexteke mezin jî pêş dikeve. Eger dewleta Tirk Rêber Apo û Kurdan qebûl dike, helbet ev bi saya têkoşîna me û pêngava azadiyê ya navneteweyî ye. Evane hemû bûn yek. Lewma dewleta Tirk neçar ma û çû cem Rêber Apo.
Divê pêşî li sabotajan bê girtin
Helbet hin daxuyaniyên erênî hene. Em nirx jî didin van. Lê belê li cem van daxuyaniyên erênî, zimanekî ku tê karanîn jî heye. Pir daxuyaniyên nerênî jî hene. Ev zimanê nerênî, daxuyaniyên nerênî pêvajoyê sabote dikin. Divê pêşî li vê yekê were girtin. Bi taybetî jî civaka Tirkiyeyê, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen divê li ser vê bingehê tevbigerin. Wisa bi hewldanên yekalî yên Rêber Apo û gelê Kurd, pêşî li vê ziman û daxuyaniyên nerênî nayê girtin. Ji ber ku evane rê li ber jehrîbûnê vedikin. Hîna behsa terorîzm, rêxistinbûna terorîst, serkêşê terorîzmê tê kirin. Bi rengê “Tiştek nema ku êdî PKK bike. Êdî neçar e teslîm bibe, neçar e çekan berde. Êdî tiştek nema bike. Êdî tişteke ku em bikin nîne” axaftin tên kirin, hewl tê dayîn ku jehrîbûnê çêbikin. Ji ber ku pêvajoya hatî pêşxistin, nanê gelekan jê distîne. Ji bo ev nan ji destê wan neyê standin, divê ev pêvajo pêş nekeve. Lewma van êrîş û propagandayan pêş dixin. Bi vê yekê re di rastiyê de dixwazin lewaziya xwe veşêrin. Armanceke wan ev e. Naxwazin rastî were fêmkirin. Naxwazin nîşan bidin ku Tirkiye di nava tengasiyeke çawa de ye, çawa rû bi rûyê xeteriyan maye. Hewl didin veşêrin.
Divê Rêber APO kongreyê birêve bibe
Nexwasim hinek wiha fêm dikin û vê tînin ziman jî. Hetta hewl didin me şiyar bikin. Ez ji van dostên me re dikarim vê bêjim: Tevger xwedî tecrube ye. Gelek tişt jiyan kirine. Lewma ti kes nikare lîstokan bilîze. Her kes jî dizane ku PKK çawa nêzî banga Rêber Apo bû. Rêveberiya PKK’ê hem nîşanî tevgerê, hem nîşanî raya giştî, bi rengekî pir zelal nîşanî her kesê da. Li gorî daxuyanî û danezanên weşandine, gotin, “em dixwazin banga Rêber Apo bi cih bînin. Lê divê şert û mercên xebatê yên ji bo Rêber Apo, bên afirandin. Divê Kongreyê kom bike, Kongreyê bi rêve bibe.” Eger dewleta Tirk dixwaze ev bang bên bicihanîn, wê demê, vaye HPG’ê daxuyaniyek da raya giştî. Got, “Di van şert û mercan de kombûna Kongreyê ne pêkan e. Ji bo kom bibe, divê agirbest çêbibe. Lewma divê ji bo agirbestê şert û merc bên afirandin. Wê demê Kongre wê kom bibe, bangên Rêber Apo bi cih bîne. Ji ber ku divê rasterast Rêber Apo bi xwe Kongreyê kom bike û bi rêve bibe. Ji bilî Rêber Apo ti kes nikare Kongreyê kom bike, di Kongreyê de wan biryaran bide.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN