Tenê qala Kurdî kir

Duşem 14 Îlon 2020 - 15:09

  • Dogan Çetîn xortekî Kurd e, ji Mêrdînê ye. Li Edîrneyê bi zorê eskeriya Tirk dike. 4 birayê wî jî esker in. Li cem hevalên xwe gotiye, “Xwezî me jî bi kurdî perwerde dîtiba”. Li ser vê bi qûndaxan lê dan û nîvmirî ji nava lepê wan rizgar bû.

AHMET KANBAL
MA/MÊRDÎN

Çetîn Dogan (20) li navçeya Suloglû ya Edîrneyê li Fermandariya Tûgaya Piyadeyî ya 54'an eskeriyê dike. 15ʼê Tebaxê hin esker êrişî wî dikin. Ji ber ku Çetîn bi hin eskeran re bi kurdî axiviye û perwerdehiya bi kurdî parastiye, eskeran êriş birine ser wî. Esker bi qûndaxa tifinga xwe li Çetîn dixin. Di êrişê de ser û hin deverên gewdê wî birîndar bûne; hestiyê pozê wî û eniya wî jî şikiyane. Piştî êrişê Çetîn radikin nexweşxaneyê. Piştî 3 rojên li nexweşxaneyê tê emeliyatkirin. 
Çetîn, piştî ku ji nexweşxaneyê derket, li Enqereyê hevdîtin bi Wezareta Dadê û Serokatiya Serfermandariyê re pêk tîne. Lê belê tu tişt ji hevdîtinê dernayê. Li ser vê Çetîn bi destûr tê bajarê xwe Mêrdînê û têkildarî bûyerê li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê giliyê kesên tiliya wan di bûyerê de heye dike. 
Çetîn, di gilînameya xwe de gotiye: "Roja bûyerê ez û hin hevalên xwe yên kurd leqayî hev hatin û me bi kurdî xeber da. Hin eskerên bûn şahidê bûyerê êriş anîn ser min. Ên êrîş anîn ser min qesda wan kuştina min bû."
Çetîn xwest kesên êrişî wî kirine “Ji ber hewldana kuştinê, heqaret, gefxwarin, çêrkirin, cihêkariya zimên û nijadê" bên cezakirin. 

Me bi Kurdî perwerde dîtiba

Çetîn, der barê bûyerê de axivî û got: “4 birayên min li eskeriyê ne. Ez li eskeriyê terzî me. Beriya êrişê eskerên bi navê Y.K. û Û.K. dîtin ku ez bi eskerên kurd re bi kurdî diaxivim gazî min kirin û ez çûm cem wan em hinekî axivîn. Di axaftinê de mesele hat ser Kurdan. Min jî got, ‘Rihayî, şirnexî, wanî xwişk û birayên min in. Em hemû kurd in, lê ji hev fêm nakin. Xwezî me perwerdehiya bi kurdî bidîta. Heger perwerdehiya bi kurdî hebûna me yê pir baş ji hev fêm bikira.ʼ Dema min wisa got êdî bi çavekî din li min nêrîn û awir vedan. Piştre ew eskeran ez birim cihekî kamera lê tinebûn. Y.K. ez gîro kirim. Di navbera min û Û.Y. de ti rik tinebû. Gava min pişta xwe dayê got, 'Tu yê hesabê şehîdan bidî.' Çawa min pişta xwe dayê bi çekê li nav çavê min xist. 9 kêl li canê min xistin. Pozê min şikiya. Gava ketim erdê jî li min xistin. Bi perçeyên din ên çekê. Parxanê min derizî. Hîn jî diêşim. Ji ber ku bi pehînan li min xistine dewsa wan xuya nake. Ev kes beriya bûyerê 10-15 deqeyan bi hev re axivîne û pîlan kirine." 

Tu terorîst î !

Çetîn dibêje, eskerekî nas nake ew ji nava lepê êrişkaran derxistiye û wî rakirine nexweşxaneyê. Piştî ku ji nexweşxaneyê derketiye car din çûye qişleyê û li wir li êrişkaran rast hatiye û êrişkaran der barê wî de ji fermandar re gotine ‘ew terorîst eʼû li ser vê jî fermandarê bi navê A. Aç bang lê kiriye û jê re gotiye: ‘Tu terorîst î, tu qeleş î, çawa te anîne xistine nav eskeran.ʼ Paşê vegeriyaye Mêrdînê û li Serokatiya Serfermandariyê û li Navenda Serokkomariyê gilî kiriye û jê re gotine, mijar li cem darazê ye, û tiştekî ew bikin tineye. Çetîn dibêje, ev nijadperestî ye, û ciwanên Kurdan li eskeriyê ne di nava ewlehiyê de ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.