Hunermend Seyîdxan Sevînç, berhema xwe ya nû ya bi navê "Perwaz" li gel klîpeke taybet pêşkêşî hezkiriyên muzîkê kir.
Stran bi şêwaza xwe ya modern û bi naveroka xwe balê dikişîne. Perwaz bi awayekî serkeftî rocka alternatîf û motîfên muzîka Kurdî di nava xwe de dihewîne.
Sevînç di vê strana xwe de jî, wekî berhemên xwe yên din, li ser pireke di navbera kevneşopî û nûjeniyê de dimeşe û dengekî nû pêşkêş dike. Klîpa stranê li ser banê avahiyekê hatiye girtin û tê de Sevînç li gel koma xwe performansê nîşan dide.
Seyîdxan Sevînç yek ji wan hunermendên Kurd ên ciwan e ku xwedî bingeheke girîng a guhdaran e. Piştî belavbûna klîpa Perwazê li ser platformên civakî rastî ecibandineke mezin hat.
Berhema nû ya Sevînç li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê yên wekî YouTube û Spotifyê cihê xwe girtiye.
Hunermendê Seyîdxan Sevînç ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN