‘Temaşe’ cara 9’an belav bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 31 Gulan 2024 - 00:37

Kovara sînemayê ya bi navê “Temaşe” cara 9’an hate çapkirin û bi awayekî dijîtal li ser malpera kovarê hate belavkirin. Kovarak ku heta niha ji sê mehan û carekê dihat weşandin wê ji ber pirsgirêkên aborî êdî serê çar mehan û carekê were weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê ye, bi awayekî PDF tê daxistin.

Xwedî, berpirs û edîtor Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in. Ridwan Xelîl bi edîtorî û rûpelsazîya xwe, Remezan Badem jî bi redaktorîya xwe ya kurmancî Mutlu Canî jî bi ya zazakî, Armanc Dayan bi alîkarîya medyaya civakî, edîtorî û herî dawî Amedhesen jî bi şêwirmendiya xwe di koma biçûk ya Temaşeyê da cih digirin.

Yek ji armancên mezin ên kovarê ev e; “Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya Kurdî, sermiyana Kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nihêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan. Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin î giran û bi saya serê sînemahezan ev bar wê gelekî sivik û şêrîn bibe.”

Nivîsên Kurmancî û Kirmanckî hene

Di vê hejmarê de Fatih Duman ligel derhêner Aram Dildar hevpeyvînek kiriye û ev yek xistine berga e-kovarê jî. Amedhesen bi navê "Sinemaya Kurdî û Nasname" nivîsa xwe belav kiriye. Welat Ramînazad bi du nivîsan têde cih girtiye. Nivîsa yekem bi kurmancî ye û bi sernavê "Baştirîn filmên 2022'yan" hatiye belavkirin. Nivîsa din bi sernavê "Mîmarî ser o 11 fîlmê tewr başî" ye ku bi zazakî nivîsiye; cih daye filmên serketî yên li ser mîmariyê.

Di dawiya Temaşe de jî bi sernavê "Termên sînemayê" ferhengek bi Ingilîzî, Kurmancî, Zazakî û Soranî belav kiriye. Ji bilî van nivîsên Sehabattin Şen, Adar Taş, Burcu Roza Alahverdi, Hekîm Meretoyar, Mehmûd Beyto, Sakî Kaya, Mutlu Can di vê hejmarê de hatine weşandin.


Yên bixwazin dikarin kovara Temaşe bê pere daxin û bixwînin. Va ye lînk li jêr e;

https://www.kovaratemase.com/temase-9-derket/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.