Têkoşînê radîkaltir bikin

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 03:15

  • Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku berxwedana gerîla ya bi heybet dewam dike û got: Nabe ku têkoşîn bi temamî ji gerîla bê hêvîkirin. Gel divê bi rengekî hîn çalak û radîkal têbikoşin. Divê şerê gel ê antîfaşîst bê meşandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Hêlîn Umît berxwedana li Îmraliyê bi rêzdarî silav kir û got:"Bi navê hevrêyên xwe hemûyan hezkirin û hesreta ji bo Rêber Apo diyar dikim. Bêguman li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê, li dijî tecrîdê têkoşîneke berfireh tê meşandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilweşandina sîstema Îmraliyê ya heyî têdikoşin." Hêlîn Umît destnîşan kir ku ciwanên Kurdistanê ji bo Rêber Abdullah Ocalan divê bikevin nava helwesteke hîn çalak û radîkal û got:"Ciwanên li Bakurê Kurdistanê nabe ku xwe ji vê wezîfeyê bidin alî. Belê, em Rêber Apo bixwînin. Ev gelekî girîng e. Bêyî ku pê zanibe nikare wî temsîl jî bike. Lê belê bi qasî ku fêhm kir jî divê bi cih bîne û sekneke li gorî vê yekê nîşan bidin."

Divê 100 jin cihê Gulistan dagirin

Hêlîn Umît bi dewamî bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a 23'ê Tebaxê ya li Silêmaniyeyê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û ew bi rêzdarî bi bîr anî û got:"Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dema ku bi karê rojnamevaniyê radibûn hatin qetilkirin. Bi ti îftira û reşkirinê kes nikare vê rastiyê veşêre. Ji deqeya destpêkê ve bi taybetî K24 ku diyar e hevkarê sûc e, yekser çû cihê bûyerê û weşand. Bi rengê ku PKK'yî ne weşandin. Gotin, çekdar in. Gotin, rêveberên PKK'ê ne. Bi îftira û reşkirinên bi vî rengî nikarin rastiyê ji holê rakin." Hêlîn Umît anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya azad divê xwe hîn bi xurtî mezin bike û got:"Eger Gulistan Tara şehîd ketibe divê 100 jin ên ciwan teqez bikevin şûna wê. Ez bang li jin ên ciwan, ciwanan hemûyan, civaka me dikim."

Gerîla paşeroja herêmê ye

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand û di destpêkê de berxwedana gerîla silav kir û got:"Dikare bi vî rengî bê gotin, çawa ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê, yan jî şerê li wê derê şerekî hegemonyayê ye, yanî Îsraîl hewl dide hegemonya xwe bi herêmê bide qebûlkirin, berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li dijî serweriya Tirk, li dijî sîstema qirker a Tirk şerê azadiya gelan, şerê hebûna gelan dimeşînin. Berxwedana gerîla ne tenê li dijî dagirkeriyê ye. Ji bo diyarkirina paşeroja herêmê, paşeroja cîhanê, paşeroja gelan gelekî girîng e. Gerîla di dîrokê de her tim bûye rêbaza berxwedanê ya bindestan, rêbaza wan a têkoşînê. Ev yek îro jî di şexsê Gerîlayên Kurdistanê de dewam dike."

PDK partiyeke Kurdan nîne

Li ser hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re jî Hêlîn Umît got:"Ez qala PDK'ê û malbata Barzanî dikim. Ji ber ku ne ti hêz e, ji ber ku ji aliyê îdeolojîk ve hêzeke xwe nîne, hêza xwe ya fikrî nîne, payeyeke xwe ya zanistî nîne, ji ber ku her tiştî li ser pere û desthilatdariyê dimeşîne, çi dikin? Bazarê dikin, ji ber ku armanc pere ye. Mînak ji bo Nêçirvan Barzanî dibêjin, yek ji dewlemendên sereke yên cîhanê ye. PDK ne Kurdîtiyê temsîl dike, ne tiştekî ku bide Kurdan heye, ji bilî zerarê tiştekî nadin Kurdan. PDK ciwanên herî bijarte yên Kurdan dide qetilkirin. PDK partiyeke Kurdan nîne. Divê ev yek teqez bê bilêvkirin û li dijî PDK'ê çalakiyên aktîf bêne kirin."

Eniyeke antîfaşîst ava bikin

Di dawiya axaftina xwe de Hêlîn Umît işaret bi girîngiya têkoşîna gel a li dijî dagirkeriyê kir û got:"Gelê me dilsozê Rêberê xwe û gerîla ye. Li Tirkiyeyê kevneşopiyeke gelekî girîng a şoreşgerî û demokratîk heye. Ciwanên nû serî natewînin. Divê em baweriya xwe bi ciwanan bînin. Bi vî rengî eger em faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin em ê paşerojekê biafirînin. Wê pêşî li paradîgmaya modernîteya demokratîk vebe û pêşî li azadiyan vebe. Dema ku ev hate şikestin wê hem li Tirkiyeyê hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn ber bi serdemeke nû ve gav bê avêtin. Em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Divê her kes bi giranî, cidiyet û berpirsyariya vê yekê tevbigere. Nabe ku her tişt ji gerîla bê hêvîkirin. Em qala şerê gel dikin. Eger gel bi hev re eniyeke antîfaşîst, sekneke antîfaşîst nîşan bidin, dikarin şer bisekinînin. Em bi vî rengî peyama 1'ê Îlonê jî bidin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.