Têkoşîna xwe dewam dike

Duşem 19 Îlon 2022 - 19:18

  • Li Veysel Satilmiş, di doza li dijî 5 Kurdan a li Elmanyayê de, ji ber xala qanûna ceza ya Elman a 129b’yê 4 sal û 3 meh ceza hatibû birrîn.

Li Veysel Satilmiş, di doza li dijî 5 Kurdan a li Elmanyayê de, ji ber xala qanûna ceza ya Elman a 129b’yê 4 sal û 3 meh ceza hatibû birrîn. Doza li dijî wî 19’ê Nîsana 2019’an dest pê kiribû û ew ji Hezîrana 2018’an ve di Hepsa Stammheimê de bû. Satilmiş ji hepsê hat berdan. 

Veysel Satılmış got, “beriya ez bikevim hepsê min çi dikir, ez ê wê dewam bikim.”

Veysel Satilmiş ê niha 37 salî di dewamê de got, “Her çend ez di hepsê de bûm, şert û merc giran bûn, derfet kêm bûn jî, ew der jî ji bo me meydaneke têkoşînê ye. Ji ber wê yekê, ez ji hepsê derkevim jî ev têkoşîn nasekine.”

Dozê du salan dewam kir

Li ser îdîayên îtîrafkarê bi navê Ridvan Ozdemir, dozê 19’ê Nîsana 2019’an dest pê kir û 2 salan dewam kir. Di encamê de li Veysel Satilmiş 4 sal û 3 meh cezayê hepsê hat birrîn. Di heman dozê de li Özkan T. 3 sal cezayê hepsê hat birrîn. Li Evrim A. û Cihan A. jî salek û 6 meh ceza hatibûn birrîn.

8 girtiyên din hene

Di hepsên Elmanyayê de niha 8 aktîvîstên Kurd ji ber sedemên siyasî girtî ne. Ji van girtiyan doza Gökmen Ç. bi dawî bû. Doza li dijî Mazlum Dora, Mirza B., Merdan K., Abdullah Ocalan dewam dike. Rûniştinên dozên li dijî Ali O., Ali E., Ozgur A. hîna dest pê nekirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.