Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî pêşî li serketina komplogeran girt û got, "Bi xurtkirina têkoşînê re em dikarin li ber komployê rabin." Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:
"Komplo di şexsê Rêber Apo de ji bo qirkirina Kurdan hate kirin. Hevrêyên ku bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” şehîd bûn, pêşengî ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî re kirin, pêşengî ji fêhmkirin û pûçkirina komployê re kirin û têkoşîna azadiyê gihandin asteke nû. Piştî pêkhatina komploya navneteweyî têkoşîna dijber jî li ser vê bingehê hate meşandin û gihîşt vê astê.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê serkêşî ji komploya navneteweyî re kirin, dewletên Ewrûpayê piştgirî dan û ji aliyê NATO'yê ve jî hate koordînekirin. Lewma komploya 15'ê Sibata 1999'an ne tenê komployeke sedsala 20'an bû, di heman demê de yek ji komployên navneteweyî yên herî mezin ên dîrokê bû.
Rola dewleta Tirk jî mîna ku Rêber Apo jî qala wê kir, ji bilî gardiyantiyê, ne tiştekî din bû. Dewleta Tirk ji ber ku xwedî karakterekî dijminê Kurdan e, bi mejiyê tolhildanê nêzî bûyerê bû. Rêber Apo bi afirandina PKK'ê, bi destpêkirina têkoşîna azadiyê ya Kurd, pîlanên qirkirina Kurdan pûç kir. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ji ber vê yekê bi hêrs bû, bi îmhakirina Rêber Apo û tinekirina PKK'ê xwest gelê Kurd ji nû ve bixe nava pêvajoya îmha û înkarê û bi vî rengî tolê ji Rêber Apo û PKK'ê hilîne.
Em ê komployê bi dawî bikin
Rêber Apo li Îmraliyê paradîgmayeke nû afirand ku xwe dispêre azadiya jinê û demokratîk ekolojîk, bi vî rengî manîfestoya têkoşîna sedsala 21'ê pêşkêşî gelan, jinan û bindestan hemûyan kir û bersiva herî bi wate da komploya navneteweyî. Em dikarin bibêjin ku armanca jiyana azad a Rêbertî ji sînorên Kurdistanê derbas kiriye, xwe gihandiye gelan û jinan ên li tevahiya cîhanê û bi vî rengî komplo negihîştiye armanca xwe.
Komploya navneteweyî hîn bi temamî pûç nebûye, bi dawî nebûye. Heta ku sîstema Îmraliyê û dîlgirtina fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike, wê komplo jî dewam bike.
Ji niha û pê ve bi bilindkirina têkoşîna li ser bingeha şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber komployê dikare bê rawestandin û komploya navneteweyî dikare bê pûçkirin. Gelê Kurd û dostên wan dixwazin têkoşîna li dijî komployê di sala 25'an de, bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û bi vî rengî komployê bi temamî pûç bikin, bi dawî bikin. Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk şoreşger dikin têkoşînê xurtir bikin."
BEHDÎNAN