Têkoşîna li dijî qirkirinê
Sêşem 27 Hezîran 2023 - 14:58
- KCK: Mîna ku berê Şêx Seîd û hevalên wî bi komployekê hatin girtin, piştre hatin darvekirin û li Kurdistanê pêvajoya komkujiyê hate destpêkirin, niha jî desthilatdariya AKP-MHP'ê siyaseta komkujî û qirkirinê bi piştgiriya hin Kurdên hevkar û xayin dimeşîne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî de daxuyaniyek weşand û got, gelê Kurd wê Şêx Seîd û şehîdên din ti carî ji bîr neke: “Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, di salvegera bidarvekirinê de em Şêx Seîd û hevrêyên wî careke din bi bîr tînin.”
KCK'ê got, Şêx Seîd û hevalên wî li ber înkarkirina Kurdan, neheqî û xiyanetê dewleta Tirk rabûne û wiha dewam kir: “Ji bo azadiya Kurdan têkoşiyan. Di her şert û mercî de têkoşiyan û heta hetayê bi nirxên têkoşînê ve dilsoz man. Li dijî gefên bidarvekirinê yên rejîma qirker û dijminê Kurdan, helwêst nîşan dan û raxistin pêş çavan ku bi xurtî dilsozê doza Kurdistanê ne. Têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ji bo gelê Kurdistanê gelekî bi wate û hêja ye ku canê xwe feda kirin. Gelê Kurd, wê ked û fedakariya wan a ji bo vê dozê û bibîranîna wan ti carî ji bîr neke.
Piştî wan qirkirinê dest pê kir
Bi Peymana Lozanê re, dewleteke nû li ser tirkîtiyê ava bû, Kurdistan hate parçekirin û li dijî gelê Kurd pêvajoya înkar û îmhayê dest pê kir. Bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî raxist ber çavan, bê ka dewleta ku nû ava bûye xwedî karakterekî çawa ye. Rêber Apo diyar kir ku bi êrişên ku di Sibata 1925'an de hatin destpêkirin û bi bidarvekirina Şêx Seîd re qirkirina Kurdan hate destpêkirin.
Ji bo tinekirinê seferber bûne
Dewleta Tirk a mêtinger qirker hîn jî xwedî karakterê xwe yê dijminatiya li Kurdan e û qirkirina Kurdan hîn jî ji xwe re kiriye armanca bingehîn. Desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze Qirkirina Kurdan a ku bi Peymana Lozanê bi rengekî fermî destpê kir, di sedsala duyemîn de bibe serî. Ya ku bi esasî planên dewleta Tirk têk bir, rabûna Rêber Apo û PKK'ê, destpêkirina têkoşîna azadiyê ye. Dewleta Tirk ku fêhm kir, heta Tevgera Azadiyê ya Kurd tine nebe wê Kurd neyên qirkirin, ji hingî ve hêza xwe hemû seferber kiriye ji bo ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike.
Kurdbûna wan sexte ye
Mîna ku berê Şêx Seîd û hevalên wî bi komployekê hatin girtin, piştre hatin darvekirin û li Kurdistanê pêvajoya komkujiyê hate destpêkirin, niha jî desthilatdariya AKP-MHP'ê siyaseta komkujî û qirkirinê bi piştgiriya hin Kurdên hevkar û xayin dimeşîne. Dema ku Kurdistan her roj di bin êrîş û dagirkeriya dijmin de ye, zarokên ciwan ên vî gelê her roj li ber xwe didin û digihîjin şehadetê, Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîd û êşkenceya mutleq de ye, her roj li ser Rojava û Şengalê êrîş hene, her roj bi dehan welatparêz ji bo vê dozê tên girtin û dikevin zindanê, gel di bin zexteke mezin de ye, ev kesên xayîn di nava dewlemendî û rehetiyeke mezin de ne. Eşkere ye ku ti eleqeya van bi Kurdbûn, welatparêzî û netewperestiyê re nîne. Kurdbûn û netewperestiya van bi temamî sexte ye. Bi vê yekê tenê hewl didin xiyaneta xwe veşêrin.
Ji xayînan hesab tê pirsîn
Gelê Kurdistanê yê welatparêz wan xayînên ku hewl didin rastiya xwe veşêrin nas dike û helbet wê hesabê pêwîst ji xiyanetkaran bipirse. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, di salvegera darvekirinê de em Şêx Seîd û hevrêyên wî careke din bi bîr tînin. Weke ewladên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Besêyan, Alîşêr û Zarîfeyan em ê têkoşîna ku wan di oxira wê de canê xwe dane, bi serxînin. Gelê Kurd wê li dijî her cûre pîlanên tasfiyekirinê û êrîşê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber xwe bide, têkoşînê hîn mezin bike, nehêle ku polîtîkayên qirkirina Kurdan bi serkevin, mêtingeriya qirker û xiyanekaran wê têk bibe."
BEHDÎNAN