• Têkoşîna me li hemberî sûcên DAIŞ´ê xurttir bûye. Hişyariya gele me cihê spasiyê ye. Hîn ev şaneyên veşartî bi temamî nehatine tinekirin. 

Ji fermandarên QSD`ê Luqman Xelîl, bi rasthatina salvegera têkbirina eskerî ya DAIŞ’ê li Baxozê got, bi yekîtiya gelan û hêza şervanan ev pêk hatiye û wiha peyivî: “Di aliye hişmendiyê de DAIŞ hîna têk neçûye. Divê her kes bi erka xwe rabe.” 

Ji fermandarên Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) Luqman Xelîl, ji Rojar TV re der barê têkçûna DAIŞ’ê li Baxozê de axivî. 

Fermandar Luqman Xelîl şehîdên YPG, YPJ û QSD’ê bi bîr anîn û got, ew ê li ser doza şopandina rêya şehîdan bi israr rêya xwe bikudînin: “Yekîtiya gelên me yên ku li kelêka şervanên xwe sekinîn, bû sedem ku DAIŞ têk biçe. Dema DAIŞ´ê êrişî Kobanê kir ji bo cîhanê zengilên xetereyê lê dan. Lê ti hêzêkê, ti dewletekê li hember DAIŞ’ê têkoşînek nîşan neda. Bibinketina DAIŞ’ê wiha bi serê xwe çênebû. DAIŞ di wan salan de di aliyê rêxistin û hêzê de, di asta herî jor de bû. Berê xwe dida ku derê, ew der digirt.” 

Xelîl bal bire ser esasê têkbirina DAIŞ’ê û got: “DAIŞ ne bi tenê bi şer bi bin ket, ya esas nîşandayîna îradeya azadiyê, bû bibinketina DAIŞ’ê. Di encama çaresernekirina pirsgirêkên dewletan ava kirî, DAIŞ derket holê. Qebûlnekirina sîstemê ji aliye gelan ve hişt ku DAIŞ bi bin bikeve. Ew jî bû bingehê şoreşa Sûriyê. Li Kobanê ne tenê gundek yan jî bajarek rizgar bû, berxwedana li Kobanê çêbû, şikesta ku DAIŞ’ê li wir xwar, derî li pêşiya neteweyên din vekir. Kobanê bû îlham. Di têkbirina DAIŞ’ê de hêzên Koalîsyonê alîkar bûn, lê ya esas îradeya gelan DAIŞ têk bir.” 

Yekîtiya Kurd û Ereb li Dêra Zorê

Xelîl diyar kir ku hewldanên dewletan ên li dijî yekîtiya Kurd û Ereban li Dêra Zorê têk çûye û got, “Kurdan li kelêka birayên xwe yên Ereb, li Dêrazorê xwîn rijand. Bi salan dijminan dixwest di navnera Kurd û Ereban de nakokiyan çêkin. Mînaka wê li stada 12 Adarê ya Qamişloyê bû. Wê karesatê sîstema rejîmê bi pêş xist. Dixwestin nakokiyan kûr bikin û cudabûnekê ava bikin. Lê îro bi tinekirina DAIŞ´ê re sîstema heyî, gel nêzî hev kirin. Ji bo gelan Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûne qible. Ev bi sere xwe serketinek e. Rûxmî êriş û zehmetiyan, gel bere xwe didin herêmên rizgarkirî.” 

Xelîl ji bo rewşa dawî ya DAIŞ´ê got, “Di aliyê şaneyên veşartî de hîna DAIŞ maye. Gelek ji wan şaneyan ji derve tên. Hejmareke zede nîne, lê bandora xwe dikin. Berê li hemberî dijminekî diyar me şer dikir, lê niha veşartî ye. Herêm gelekî fireh e. Ji ber wê jî DAIŞ li aliyên çolistanê, ber bi sînor û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de xwe birêxistin dike. Têkoşîna me li hemberî sûcên DAIŞ´ê xurttir bûye. Hişyariya gele me cihê spasiyê ye. Hîn ev şaneyên veşartî bi temamî nehatine tinekirin. Ji wê re têkoşîneke mezintirîn lazim e. Piştgiriya gelê herêmê jî pêwîst e. Dewlet û rêxistinên heyî bi erkên xwe divê rabin ku şaneyên heyî jî tine bibin. Şervanên me li dijî şaneyan têdikoşin û hedefa wê jî tinekirin e. Heger ev şane neyên tinekirin wê her xetereya wê ji bo cîhanê hebe.” 

Êriş şikest tehlûke dewam dike

Ji bo êrişa 20’ê Çilê ya ku  DAIŞ´a çete bir ser zindana Sînaa ya li Hesêkê Luqman Xelîl got, “Lehengiya hevalên şehîd, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komkujiyekê rizgar kir. Zindana li Hesekê hemû çete li wir hatibûn girtin. Lê cîhan bi erken xwe yê pêwîst ranebû. Nêzîkatiyeke adil ji bo civakê raber bikira, divê heta niha dadgeheke navneteweyî hatiba avakirin. Ev girityên DAIŞ´ê wê kengî biteqîn ne diyar e. Heman tişt ji bo Kampa Holê jî lê ye. Heger ev çete neyên dadgehkirin, helbet wê xetereyê ava bikin. Fedakariya QSD`ê cardin cîhan deyndarê xwe kir.”

Herî dawî fermandar Luqman Xelîl der barê tinekirina DAIŞ’ê de got, “Heger pirsgirêka Sûriyê neyê çareserkirin, helbet dê valahî çêbe. Her kes jî dê bixwaze vê bi kar bîne. Heta ku pirsgirêka Sûriyê bi rengekî demokratîk, rast, temsîliyeta hemû gelan bike, neyê çareserkirin û statuya herêmê neyê naskirin, dîsa pirsgirêk dê derkevin. Hêza me ev berpisyarî daniye ser milê xwe ku dagirkeriyê tine bike û DAIŞ’ê xilas bike. Ji bo wê jî amadekariyên me hene.” 

NAVENDA NÛÇEYAN