Teknîka dagirkeran hate tinekirin

Çarşem 18 Kanûn 2024 - 02:55

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encama çalakiyan de hejmareke zêde ya teknîka artêşa Tirk a dagirker hate îmhakirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Yekîneya Şehîd Axîn Mûş

14'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin. Di encamê de çeperek hate tinekirin.

15'ê Kanûnê li Qada berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin, derb li tankekê hate xistin.

16'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin. 2 çeper hatin tinekirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

13'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse û 2 mayinên dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatin tinekirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

15'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer. Piştî vê destwerdana hêzên me yên YJA Starê, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

15'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer. Piştî vê destwerdana hêzên me yên YJA Starê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

16'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse û 3 mayinên dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatin tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

Li Herêma Metînayê

14'ê Kanûnê saet li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê projektoreke dagirkeran bi sekvaniyê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

15'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

16'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14, 15, 16 û 17'ê Kanûnê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar, Sinînê, Berbizinê, Qele, Xinêreya Jor 7, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê Serê Metîna û Bêşîlî, li Herêma Garê qadên Deşta Nehlê, Girê Kun, Girê Sîser, Spîndarê, Deşta Kafya, Dêreşê 10, li Herêma Qendîlê qadên Bêpala, Silê 2, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14, 15 û 16'ê Kanûnê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 18, li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Sinînê 3; bi giştî 21 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.