• Li ser referandûma binketî ya Mesûd Barzanî re 6 sal derbas dibe ku bi navê ‘Serbixwetiya Kurdistan’ pêkhat. Lê bû sedema ji destdana ji sedî 51’ê xaka Başûr.

Dema referandûmê Mesûd Barzanî, propaganda serbixweyî û avakirina dewleta Kurdî dikir. Welatên Emerîka, Brîtanya, Fransa, Bulgaristan, Elmanya, Çîn û Îspanya hişyarî da Barzanî û xwestin vê pêvajoyê bi dawî bike. Di wan deman de ti roj nebû serokkomarê Tirk Erdogan gefan li Herêma Kurdistanê nexwe. Piştre jî hikûmeta Iraqê gelek caran helwesta xwe ya tund li dijî referandûmê nîşan dida û gefa leşkerî dixwar. Îranê jî gefa girtina deriyên sinorî li Herêma Kurdistanê dikir. Desthilata Herêma Kurdistanê li beramberî gefan bê minetiya xwe nîşan dida û gefa bersivdana leşkerî lê dikir.

Dest danîn ser Başûr

Di gel hemû gefan de jî roja 25’ê Îlona 2017’an referandûm pêkhat. Piştre gefên dihatin kirin hêdî hêdî derbasî pratîkê bûn. 29’ê Îlonê bi biryara serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî geştên asîmanî ên li ser balefirgehên Herêma Kurdistanê hat qedexekirin. Her wiha Tirkiye û Îranê jî deriyên sinorî li ser Herêma Kurdistanê girtin û ambargoya aborî xistin ser Herêma Kurdistanê. Li sinorê di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de tevgera leşkerî destpêkiribû. Iraqê hêzek zêde li beramberî çeperên pêşmerge kom kir û nearamî li deverê çêbibû.

Dewleta Tirk li Kerkûkê bicîh bû

Roja 17`ê Cotmehê artêşa Iraq û hezên Heşda Şebî hêrêmên Şengal, Xaneqîn, Mexmur û bajaroka Gulale xistin bin kontrola xwe. Niştecihên Mexmurê koçî Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) kirin. Roja 18’ê Cotmehê artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şebî heta bajaroka Pirdê hatin. Piştî van geşedanan rayedarên Tirk di her firsendekê de keyfxweşiya xwe di anîn ziman. Nexasim Erdogan digot; “Me bi hevkariya Îran û hikûmeta Iraqê lîstika li Kerkûkê xirab kir”. Piştre jî bi rêbazên cur bi cûr hewl da ku di bin navê Tirkmenan de komên çete li herêmê bicîh bike. Di encama van hewldanan de komeke ji 500 kesan pêk tê di bin navê “saziya ewlekariyê” de perwerde kirin. Ev kom piştre li navendên Eniya Tirkmenan hatin bicîhkirin. Di vê navberê de hikûmeta Bexdayê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê dixwest ku kontrola hemû balafirgeh, deriyên sînor û parastina sînoran dewrî wan bike. Di encama tehdîdan de jî, hêzên Iraqê li herêmên sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê bicîh bûn.

Derbeke mezin a aborî xwar

Li gorî daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya 16’ê cotmehê rojane 630 hezar bermîl petrol dihat firotin û ev jî salane dikir 10 milyar û 659 milyon dolar. Petrola ku ji sala 2014’an û vir ve beşeke mezin dişandin Tirkiyeyê, lê derketibû holê ku beriya referandûma 25’ê Îlonê Tirkiyeyê dest danîbû ser pereyên petrolê. Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê jî diyar kiribû ku “ji ber pirsgirêkek teknîkî” pere hatibûn derengxistin.

Bi 16’ê cotmehê re dahata Herêma Kurdistanê ya petrolê nîv bi nîve daket û pirsgirêka aborî rû da. Lewra meaşên karmendan nehatin dayîn. Dîsa ji ber girtina deriyên sînor û balafirgehan, buhabûn gelekî zêde bû.

Armanc ne dewlet bû

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê bi biryara waliyê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî Erebên ji derve hatin li Kerkûk û gundên Kurdan bicih bûn. Ev Erebên ji derve ku di dema rejima Baas de hatibûn wan deveran û bi rûxandina rejima Baas a sala 2003’an re carek din ji wan deveran derketibûn, carek din vegeriyan ser mal û mulkê Kurdan. Zextên zêde li Kurdan dikin û bi zorê erdên Kurdan jê tên standin. Gelo çima serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tevî hemû zext û gefan di lidarxistina referandûmê de bi israr bûn? Piştre jî Barzaniyan bi xwe îtiraf kirin ku armanca referandûmê ne avakirina dewletê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN