NPG'ê diyar kir ku eger dewleta Tirk ji vê êrişa dawî ya dagirkeriyê encamê negire wê rejîma faşîst bi temamî bişikê. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd tê kirin ku bi rengê 'neteweyî' li ber xwe bide.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê peyamek weşand.
Fermandariya Biryargeha NPG'ê diyar kir ku ew li benda êrişên dewleta Tirk bûn û got, "Di navbera me û dijmin de wê di asta herî bilind de bibe qada hesabpirsînê."
NPG'ê diyar kir, eger dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê encamê negire wê ev yek bibe têkçûna Enqereyê û got: "Ji bo wan di vê astê de mijareke girîng e. Rastiyeke wiha heye: Ji bo rejîma AKP-MHP'ê sala 2021'ê yanî şerê îsal şerê man û nemanê ye. Eger bi ser bikevin wê bimînin, eger bi ser nekevin wê nemînin."
NPG'ê destnîşan kir ku di vî şerî de ew naxwazin tenê parastinê bikin û got, "Em dixwazin dijmin têk bibin û serketinê misoger bikin" û ev bang kir, "Bi rengê neteweyî em li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk rabin. Berxwedaneke neteweyî bikin. Pêwîstiya neteweya me bi vê heye."
Meydana hesabpirsînê
Di daxuyaniyê de NPG bi giringî balê dikişîne ser girîngiya êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê û dibêje; “Ev êriş bi armanca qirkirinê yên gelê me têne kirin. Jixwe em li benda êrişeke wiha bûn. Piştî têkçûna giran a li Garê, me baş zanîbû ku dewleta Tirk wê ji bo tolhildanê êrişeke nû bike. Li ser vê bingehê agahiyên îstîxbaratî li ber destê me hebûn. Lewma di astekê de amadekariyên me hebûn. Ev êrişa ku dijmin dike, wê di navbera me û dijmin de li asta herî bilind bibe meydana hesabpirsînê.
Bi riza hegemonan dimeşe
Bêguman ev êrişa dagirkeriyê bi erêkirina hêzên komploger pêk hatiye. Eger erê nekiribûna, nepêkan bû ku li xaka Iraqê di vê astê de liv û tevgera balafiran û bombardûman bihata kirin. Siyaseta Komploya Navneteweyî ya li ser tevgera me hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi rêya vê êrişê dixwaze komployê bi ser bixîne û li Herêmên Parastinê yên Medyayê encamê bi dest bixe. Bi rêya vê êrişê dixwazin tola têkçûna xwe ya li Garê hilînin. Li ser vê bingehê dixwazin dawî li bêmoralî, belawelayî û qelisiya xwe bînin.
Di projeya xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê de dixwaze gaveke girîng biavêje, cihên herî stratejîk dagirk bike, siberojê jî planên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmê pêk bîne, li çeperên girîng bi cih bibe. Ji bo vê jî dixwaze destpêkê derbê li tevgera me bixe, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji vê derê derxîne û li ser vê bingehê destketiyên gelê Kurd hemûyan tasfiye bike, ji holê rake. Hesabê wan ev e. Eger rejîma AKP-MHP û Ergenekon karibe vê projeya xwe bi ser bixîne, wê temenê xwe dirêj bike, bi dagirkirina sînorên Mîsaqî Mîllî re jî wê bibe gefeke mezin li ser gelên herêmê. Bi xewn û xeyalên xwe yên Osmaniya nû wê hîn bêhtir destê xwe dirêjî îradeya xelkê Ereb bike û polîtîkayên xwe yên hegemonîk bimeşîne.
Arman temamê gelê Kurd e
Hinek kes dibêjin, 'Êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ye, êriş tenê li dijî PKK'ê û gerîla ye'; kesên vê dibêjin yan ji aliyê siyasî ve kor in, rastiyê nabînin, yan jî bi zanebûn naxwazin vê rastiyê bibînin. Bi her awayî eşkere bû ye ku ev êriş li dijî tevahiya gelê Kurd e. Di serî de destketiyên Başûrê Kurdistanê destketiyên tevahiya gelê Kurd e, û di hedefa dewleta Tirk a faşîst de ye. Li ser vê bingehê bi projeyeke wiha tevdigerin. Dewleta Tirk li ser projeyeke wiha tifaqa xwe ya navxweyî çêkiriye. Stratejiya wan jî wiha ye: Destpêkê PKK û gerîla ku asteng in wê bên tasfiyekirin. Ji bo hedefa xwe biçûk bikin, destpêkê gerîla dikin hedef û bi wî rengî tevdigerin. Lê esasî dixwazin ku destketiyên gelê Kurd hemûyan tune bikin.
Bi rengekî neteweyî berxwedan
Lewma em vê bangê dikin: Bi rengê neteweyî em li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk rabin. Em berxwedana neteweyî bikin. Pêwîstiya neteweya me bi vê heye. Gelê me pêwîste di vê çarçoveyê de li welat û derveyî welat dakevin qadan, destekê bidin berxwedana gerîla, di heman demê de divê helwesta neteweyî bê nîşandan. Em çalakgerên ku li ser vê bingehê hewl didin hemûyan silav dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN