•  Di konferansê de hevserok û endamên nû yên meclîsa Herêma Silêmaniyê hatin hilbijartin.

Meclîsa Herêma Silêmaniyê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi tevlîbûna 100 endaman, Konferansa xwe ya 3´yan a asayî bi dirûşmeya ‘Bi pêngava perwerde û rêxistina di nava civakê de, em ê azadî û demokrasiyê bi dest bixin’ li dar xist. Di konferansê de hevserok û endamên nû yên meclîsa Herêma Silêmaniyê hatin hilbijartin.

Destpêkê Wehab Ehmed peyama Komîteya Amadekar xwend û got; “Desthilata siyasî li Herêma Kurdistan ne bi xwe kar û xizmeta civakê dike, ne jî rê dide ti aliyê din kar û xizmeta civakê bike. Herwiha kar û xebat û çalakiyên me asteng dike, dixwaze Tevgera Azadî bibe hêzeke di xizmeta wan de. Lê Tevgera Azadî bi xebata xwe ji bo civakê bûye hêvî. Me her tim pişta xwe bi civaka xwe ve qewîn kiriye û em radestî desthilatê nebûne. Ev konferans ji bo dema pêş rê li ber kar û xebata zêdetir wê veke.”

‘Divê em xwedî proje bin’

Piştre, cihgira Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî, Tara Hisên got; “Konferans di demeke wisan de ye ku herêm di rewşeke hestyar û metirsîdar re derbas dibe. Îro hêzên hegemon û desthilatxwaz li ser xwîna gelan, ji bo berjewendiyên xwe şerekî berfireh bi rê ve dibin.

Çavkaniya şer û aloziyên li herêmê hemûyan, hêzên desthilatxwaz û sîstema sermayedar e. Kurdistan jî beşek ji van aloziyan e. Ji bo vê, guhertinên li herêmê hemû, wê guhertinê çêkin. Ji bo vê pêwîst e ku têkoşîn hîn zêdetir were berfirehkirin. Divê ji bo çareserkirina van pirsgirêk û aloziyan têkoşîn û xebatek bi bandor were kirin. Divê em bibin xwedî proje. Take çareserî sîstema konfederalîzma demokratîk e.”

Kemal Umer û Hacî Azad

Piştî wê, raporên xebatê û yên siyasî hatin xwendin. Bi wan re jî guftûgo, rexne û pêşniyaz hatin kirin.

Hevserokê berê yê Herêma Silêmaniyê, Hacî Azad rapora siyasî ya konferansê xwend. Di raporê de tê gotin; “Ji bo dawî li pirsgirêk, qeyrana siyasî, leşkerî, aborî û civakî were, divê em xwe perwerde bikin û civakê jî li ser bingehê fikra azad hişyar û bi rêxistin bikin.”

Piştî wê, dengdana ji bo hilbijartina hevserok û endamên nû yên meclîsê hate kirin. Di encamê de bi pirraniya dengan Kemal Umer û Şehên Mihemed bûn hevserokên nû yên Herêma Silêmaniyê ya Tevgera Azadî. Herwiha 18 kes jî ji bo meclîsa Herêma Silêmaniyê hatin hilbijartin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ