Tehlûkeyeke nû li Kurdistanê

Çarşem 5 Çile 2022 - 06:33

  • Hevkariya desthilata Başûr bi şêx û îmamên Selefî re dikare Îslama ji rêûresmê ya li Kurdistanê lawaz bike, lê ew Îslamîzma nexweşbîn û tundraw jî di nava ciwanên bêhêvî de xurt dike. 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Li Başûrê Kurdistanê gelek Kurdên ciwan ji bo xwe ti siberojê nabînin û ji ber wê berê xwe didin welatên Ewrûpayê. Lê ji bo yên ku li Başûr dimînin, tehlûkeyeke sereke heye ku ji ber du sedeman her diçe mezintir dibe; PDK û YNK ji bo lawazkirina partiyên ji rêûresmê yên dînî rê li ber tevgerên Selefî xweş dikin û li aliyê din nemana hêviya ciwanan jî wan ber bi vegereke li Îslama ne ji rêûresma Kurdistanê dibe.

Ji Deutsche Welle gava Cathrin Schaer bal bire ser vê tehlûkeyê, helbet fikara wê û ya awirekî Kurdî hev nagire. Lê agahiyên dide xwe disipêrin daneyên ji Başûrê Kurdistanê.

Hikûmeta Kurdistanê ya duserî, ne dûr lê nêzîk, beriya bi 10 salekî bi îdîaya bûna Dubaiya duyem radibû, ne ew îdîa û ne jî xewn û xeyalên wê li cem nifşê ciwan peydakirî, neman. Dewleta rentiye ya Başûr bi serî ve li bin guhê erdê ket. Civaka Kurd a ku bi avakirina welatekî ji bo Kurdan xwe dikir yek, piştî vê ketinê, hêdî hêdî feşkilî. Nîşanê wê jî gelek bûn: Di êrişa çeteyên DAIŞ´ê de 530 ciwanên Kurd tevlî nav refên çeteyan bûn û êrişî welatê xwe kirin. Ji bilî wan 800 ciwanan xwest tevlî nav refên DAIŞ´ê bibin, belê hatin girtin. 

Hingê rewşa civakî û nemana hêviyê jî ne weke îro bû. Îro ku bi hezaran ciwan li ser rêyên penaberiyê ne û bi hezaran ên mayî ti hêviyê ji sîstema heyî nakin, hêzeke çete ya mîna DAIŞ´ê êrişekê bike, gelo wê reaksiyona civaka Kurd a Başûr çi be?

Ji bo bersiva vê pirsê, nemana hêviya tenê ne bersiv e. Siyaseta ku herdu partiyên desthilat PDK û YNK bi rê ve dibin wê bersivê bêhtir diyar bikin.

Dewleta rantiye têk çû

Çawa nivîskarê me Kemal Çomanî gelek caran îfade dike, civaka Kurd li Başûr ji mêj ve weke elîta siyasî (xasma herdu malbatên desthilatdar) û civaka mayî ya bêderfet, bûye du parçe. Ji bo ku elîta siyasî karibe desthilat be û îmtiyazên xwe biparêze, nikare weke berê sîstema dewleta rantiye bi rê ve bibe; pereyên ku karibe pê mûçeyê karmendan bide nemane. Gava mirov zanibe ku ji sê paran du parên malên li Herêma Kurdistanê a li Başûr mûçegirên hikûmetê ne, mirov wê mezinahiya meseleyê fêm bike.

Her du malbatên desthilatdar ên li Başûr çi malbata Barzanî û çi jî malbata Talabanî, ne hazir in ku li gorî encamên demokrasiyeke bi nûneriyê jî dev ji desthilatê û îmtiyazên xwe berdin. Piştî felaketa referandûma 2017´an jî Mesûd Barzanî hêviya welatekî Kurd jî tine kir. Yanî ne madî û ne jî manewî ti bingehê ku siyaseta van malbatan û partiyên desthilatê PDK û YNK -heta şirîkên wan ên demkî- xwe bispêrinê nema.

Ji bo ji çar paran yekê civaka Başûr -kesên temenê wan di navbera 18 û 34 salan de-  ne hêviyeke veguherîna siyasî û ne jî ya ewlehiya aborî ma. Yên ku berê xwe didin derveyî welêt, rêyekê didin ber xwe, lê yên ku li Başûr dimînin? Cathrin Schaer bi me re dibe alîkar, ew behsa lêkolîneke sala 2018´an a Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê dike. Li gorî wê lêkolînê ji pênc paran yekê ciwanên li Başûrê Kurdistanê difikirî ku ew ê ti carî karekî peyda neke. 

 

Çima Selefî?

Di rewşeke wiha de hereketên dînî dikarin hêviyê bidin ciwanan. Nexasim jî li beşeke mezin a Başûr hêzên weke PKK´ê yên ku karibin bi alternatîfên xwe yên ji bo jiyaneke adiltir û demokratîktir karibin ciwanan ji tevgerê wiha dûr bigirin jî bi temamî qedexe ne. Li qismê mayî jî ev tevger ji ber hesabên jeostratejîk bersiva vê hêviya civakê nadin. 

Wexta rewş wilo be, hingê ew şêxên Selefî yên tundraw ên ku ji salên 1950´î ve çalak in, tevî hevkariya hêzên desthilatê vediguherin tehlûkeyeke heyatî ji bo civaka Kurd li Başûr. 

Gelekan ji van şêx û qaşo "aliman" li welatên Kendavê xwendiye. Yanî ne ji rêûresma Îslama Kurdistanê ya medreseyan in. Jixwe ew piştî vegera xwe ya Kurdistanê jî medyaya dîjîtal zêde bi kar tînin da ku tesîra xwe li ser ciwanan zêdetir bikin. 

Alternatîf nebe tehlûke mezin e

Kî çi bibêje bila bibêje, sedema sereke ya belavbûna Selefîtiyê li Başûr, helwêsta PDK û YNK´ê ye. Ew ne îş xweşbîn in beramberê şêx û îmamên Selefî. Beramberî vê, ev Selefî li ber desthilatê ranabin. Yanî weke partiyên Îslamî yên li Başûr nînin. Lewma hem Yekîtiy Îslamî û hem jî Komeley Îslamî ji hêzên muxalif in ku carinan li palamenê li ber desthilatê radibin.

Me eşkere didît ku hêzên desthilatê destekê didin Selefîtiyê, gumana sereke têkiliyên baş ên bi dewletên Kendavê re bû ku gelek caran aîkariyan madî jî dan desthilata Başûr. Lê Cathrin Schaer bi mamosteyê civaknasiyê li Zanîngeha Sora Sadiq Melazade re peyiviye û ew dibêje: "Rayedar destekê didin Selefîtiyê da ku partiyên Îslamî lawaz bikin."    

Lê mirov bi vê xwe nexapîne, hêzên Selefî xwedî ajandayên xwe ne û ne lîstika destê desthilatê ne, tevî ku niha pê re li hev kirine. Di encamê de tiştek li nav civaka Kurd qewimî; bi gotinên Melazade: "Çanda xweşbîn û vekirî ya Kurd hat xirakirin." 

Gelo ji ber ku Selefî xwedî li desthilatê derdikevin, tehlûkeya ku ciwan berê xwe bidin wan kêm e yan na? Li vir em teqiyeyê ji bîr nekin. Tesîra wan a li ser ciwanan, dikare dewam bike û qebûla desthilatê jî dikarin bi vî rengî rewa bikin. Muhim e ku hêzên Kurdistanî û nexasim jî PKK vê tehlûkeyê bibîne. Desthilata Başûr hişyar bikin, lê di heman demê de alternatîfan ava bikin. Yan na careke din hêzeke çete weke DAIŞ´ê bê wê ne 530 ciwan, lê gelek zêdetir ciwan hewl bidin xwe bigihînin wan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.