Dema mirov berê xwe dide xwezayê dibîne ku her heywanekê ji xwe re mekanîzmayek ava kiriye û li gorî vê mekanîzmayê yan jî li gorî wê çerxê xwe li ser piyan digire û namire. Îca, tîmseh jî di bin avê de xwe vedişêrin û bi derbekê li heywanan dixin kemîna xwe û wan dadiqurtînin. Gelek caran jî di nav ritam û heriyê de xwe diveşêrin û ji ber rengê wan jî dişibe rengê heriyê bi rehetî nêçîrvaniyê dikin.
Jens Cullmann li Zîmbabwe ev wêne girtiye û navê “Tehlûkeya di heriyê de” lê kiriye. Bi vî wêneyî ew nîşan dide ka tîmseh çawa xwe bi awayekî şareza vedişêrin û nêçîra xwe dişopînin. Meriv ji heriyê tê dernaxe bê tîmsah çawa xwe veşartiye, lewna wî xwe baş qamûfle kiriye. Tenê çavê wî yê ku bi rengekî zer tê xuyanê, li wî eşkere dike, nexwe zû bi zû kes tê dernaxe ku tîmseh e.
Vî wêneyî di pêşbirka “Xelatên Wêneyên Xwezayê yên Dinyayê” de xelata herî mezin wergiritye.
NAVENDA NÛÇEYAN