- Bayik, li dijî êrişên dewleta Tirk xwest gelê Kurdistanê li her derê rabe ser piyan û got, "Bila her kes zanibe ku PKK li dijî metirsiyeke gelekî mezin li ber xwe dide. Eger PKK lawaz bibe wê her kes derbê bixwe, wê gelê Kurd bê qirkirin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû. Bayik li ser mijarên; şehîdên meha Gulanê, tecrîda li Îmraliyê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zap, Metîna, Avaşînê û berxwedana gerîla axivî. Her wiha bang li hêzên demokrasiyê, gelê Kurd û dostan kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.
Hin ji beşên axaftina Bayik weha ye: “Li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Eger li ser Rêber Apo tecrîd tê meşandin, ku di vê de israr dikin, sedema wê ev siyaset e. Ji ber ku Rêber Apo ne şexsê xwe temsîl dike, gelekî heta ji wê zêdetir gelan, mirovahiyê, têkoşîna azadî û demokrasiyê temsîl dike. Sîstema kapîtalîst modernîte li dijî têkoşîna gelan, azadî û demokrasiyê disekine. Dewleta faşîst dagirker qirker a Tirk li dijî gelê Kurd, li dijî gelan disekine. Rêber Apo jî rêbertiyê ne tenê ji bo gelê Kurd dike, ji bo hemû gelan dike. Lewma li dijî Rêber Apo, li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Ew tecrîd û siyaseta ku li ser gel tê meşandin bi hev re tên meşandin. Ev siyaseta qirker heta ku di zîhniyeta dewleta Tirkiyê de guhertinek çênebe, ku gelê Kurd weke gelekî qebûl nekin, mafê wan qebûl nekin, wê siyaseta qirker dewam bikin. Hem li ser Rêber Apo, hem li ser gerîla û gelê Kurd wê dewam bikin. Rêber Apo, gelê Kurd vê siyasetê qebûl nakin, li dijî vê siyasetê bi salan e têdikoşin.
PKK li dijî dagirkeriyê ye
Hinek derketine dibêjin, 'pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê bi Kurdan re nîne, bi PKK'ê re heye'. Dewleta Tirkiyeyê çi dibêje? Bi rengekî eşkere dibêje ku divê PKK'ê tasfiye bike. Yê ku vê axaftinê dike yanî dibêjin, lazim e PKK tasfiye bibe. Yanî tiştên ku Tirkiye tîne ziman ew jî tînin ziman. Tiştên ku Tirkiye dixwaze pêk bîne ew dixwazin pêk bê. Wekî din wateyeke xwe nîne. Yê ku vê dibêjin, herhal PKK'ê Kurd nabînin, tenê xwe Kurd dibînin! Ji ber wê dibêjin, 'Pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê tenê bi PKK'ê re heye, bi Kurdan re pirsgirêka xwe nîne, ne li dijî Kurdan e'. Yê ku vê dibêjin, eleqeya xwe bi Tirkiyeyê re pir xurt in. Li ber çavan e ku Tirkiyeyê li Bakur li dijî Kurdan çi kiriye, çi dike. Li Rojava çi dike, li Başûr çi dike, ev li pêş çavên her kesî ye, her kes vê dibîne. Diyar dibe ku pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê ne tenê PKK ye, Kurd e. Eger îro PKK esas werdigire ku êrişî PKK'ê dike, sedema wê ew e ku PKK li dijî dagirkeriyê disekine. Parastina gelê Kurd esas werdigire, ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. PKK îradeya gelê Kurd, paşeroja gelê Kurd temsîl dike.
Ev êriş ne weke yên berê ne
Şerê ku tê meşandin şerekî pir mezin e. Divê her kes êrişa ku dewleta Tirk li Metîna, Zap û Avaşînê dike weke yê berê nebîne. Berê jî gelek caran li wan deran êriş kirin, lê belê êrişa niha ne weke ya berê ye. Lazim e kes welê nêzîk nebe, welê nebîne, ne welê hêsan e. Vê êrişê armanca xwe tasfiyekirina PKK'ê ye, qirkirina Kurd e. Ev êriş li ser vî esasî tê meşandin. Ji bo wê pir cidî ye û metirsîdar e. Lazim e hem gelê Kurd li her çar beşan û derveyî welat, lazim e bi vî rengî fêhm bike. Lazim e dostên Kurdan welê fêhm bikin, bi taybetî jî çepê Tirk, demokratên Tirk, rewşenbîrên Tirk jî lazim e welê fêhm bikin. Li gel wê gelê me yê Başûr, siyaseta Başûr, rewşenbîr hunermend, siyasetmedar, rêxistinên sivîl lazim e hemû bi vî rengî fêhm bikin. Nebêjin gerîla bi qehremanî şer dike û metirsî nîne. Eger bi vî rengî nêzîk bibin ev dibe xwexapandineke pir mezin. Lazim e her kes zanibe ku PKK li dijî metirsiyeke mezin disekine. Eger têkoşîna PKK'ê lawaz bikeve her kes wê derbê bixwe. Bi navê Kurd tiştek li holê namîne, destketiyên Kurdan hemû wê ji wan bên standin. Ji bo Kurdan qirkirin û koletî wê dewam bike. Lazim e her kes vê bibîne.
Rola Başûr girîng e
Ji ber wê siyaseta Başûr, partî û rêxistinên Başûr, yên sivîl jî di nav de rewşenbîr, nivîskar, ragihand, hunermend hemû lazim in li dijî dagirkeriyê bin. Wezîfeyên xwe pêk bînin. Ne tenê bêjin em li gel têkoşîna gerîla ne, gerîla qehremaniyê dike. Tiştên ku ew bikin hene, lazim e wê pêk bînin. Li dijî dagirkeriyê biryarê werbigirin, lazim e wan biryaran di pratîkê de pêk bînin. Heta niha hinek tevger hene lê lawaz in. Heta hinek bi navê şexsê xwe daxuyaniyan didin. Partî bi navê xwe heta niha daxuyaniyek nedane. Hikumeta Başûr daxuyaniyek nedaye. Bi navê saziyan daxuyaniyek nîne, çalakiyek nîne. Halbûkî divê ji hemû beşan zêdetir Başûr niha li dijî dagirkeriya Tirk bisekine. Ya ku ji wan tê xwestin ev e.
NAVENDA NÛÇEYAN