Tehdeya li girtiyan zêdetir bûye

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:40

Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, bi hincetên curbecur heqê wan ên hiqûqî têne binpêkirin, bi greva birçîbûnê re tehdeya li girtiyan zêdetir bûye û banga bihistyariyê kirin.

Li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ku bi deh hezaran girtiyên siyasî lê rehîn têne girtin êşkence û tehde her ku diçin zêdetir dibin. Xasma jî piştî greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan tehdeya li ser girtiyan zêdetir bûye. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, bi hincetên derhiqûqî hevdîtina li gel malbatê tê qedexekirin, bi rengekî cezakirinê girtiyan li zindanên dûrî malbatan têne girtin.

Yek ji van girtiyên nexweş ku di nav lîsteya ÎHD’ê de cih digire Tahîr Batak ê 34 salî ye ku beriya bi du salan ew ji Girtîgeha Ewlekariya Jididyaî ya Wanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kurkçulerê kirine. Nexweşiya mîgrenê û fitiqê bi Batak re heye. Yadê Gullu Batak (80) ku bi telefonê bi kurê xwe Batak re axivî behsa tehde, kotekiya li ser girtiyan kir.

Nav devê girtiyan seh dikin

Yadê Gullu anî zimên di nav hefteyekê de 3 caran qawîşa kurê wê guhartine. Yadê Gullu ev agahî dan: “Cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan dane kurê min. Dema nexweşiyên wî lê giran dibin, nabin nexweşxaneyê. Her wiha lêgerîna nava dev lê ferz dikin. Girtî jî vê qebûl nakin lewma nayên tedawîkkirin. Ji ber îşkenceyên di demên berê de lê hatine kirin, diranên kurê min ketine. Ev 4 sal in em li bendê ne ku ji diranên xwe tedawî bibe lê hêj jî nehatiye tedawîkirin.”  

Batak her wiha got  bi destpêkirina greva birçîbûnê re zextên li ser girtiyan zêde bûne: “Weke ku girtina zarokên me bes be îcar jî li girtîgehê zilmê li wan dikin.” 

Êşkenceyê li malbatan dikin 

Batak, bi lêv kir ku kurê wê şandine girtîgeheke 700 km’an dûrî wan û axaftina xwe wiha qedand: “Bi vê yekê îşkenceyê li malbatan dikin. Em 7-8 hezar TL’an mesrefê dikin û wisa diçin Edeneyê. Dema em diçin jî ji bo nehêlin em hevdîtinê bikin her cureyên hincetan nîşan didin. Îşkenceyê li me malbatan dikin. Divê her kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne. Heke gelê Kurd bi hev re tevbigeriya wê nekarîbûna ewqas zilmê bikin.” 

Girtî têne tecrîdkirin

Her wiha diyar bû mafê dermankirinê yê girtiyê nexweş Berzan Guneş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê astengkirin û nayê hiştin ku bi girtiyên din re were cem hev û tê tecrîdkirin. 

Girtiyê nexweş Berzan Guneş li Gitîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin û cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Diyar bû ku Guneş mafê hiqûqî yê Guneş tê binpêkirin. Birayê Guneş, Eyûp Guneş 1’ê adarê bi birayê xwe re hev dît û derbarê binpêkirinên mafan ê birayê xwe agahî da.

Bi birîndarî hate girtin 

Eyup Guneş destnîşan kir ku birayê wî di sala 2015'an de di pevçûnekê de bi birîndarî hate girtin û got ku tevî dermankirina birayê wî neqediyabû jî hatiye girtin. Guneş, diyar kir li pişta birayê wî birîn hene, çavê wî yê rastê nabîne, çavê wî yê çepê kêm dibîne û di heman demê de nexweşê bêhnkurtkê ye. 

Nayê tedawîkirin 

Guneş, da zanîn ku li gel birayê wî pirsgirêkên tenduristiyê dijî jî sewqa wî nayê kirin, tevî mafê wî heye wî heye jî dernaxin çalakiyên weke spor, sihbet û civakî. Guneş, wiha domand: "Jixwe di odeyele yekkesî de tê ragirtin û di tecrîdkirî ye. Bi tu awayî nahêlin bi girtiyên din re hevdîtinê bike. Birayê min di nava tecrîdê de tecrîdê dijî.” 

Guneş, ji bo birayê wî were dermankirin û bikare mafên xwe yên din ên weke werzîş, sihbet û hwd. bi kar bîne banga hestiyariyê li saziyên têkildar û raya giştî kir. 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.