Tehde û henekpêkirineke dîrokî

În 14 Çile 2022 - 22:42

  • Dîrok gelek caran di detayan de veşartî ye.

Dîrok gelek caran di detayan de veşartî ye. Çend xetên henekpêkirinê yê çend xwendekarên dibistaneke beriya bi 1800 salan dikare bêhtir agahiyan bide ji avahiya dibistanê ya ji heman demê mayî. Nivîskar Paul Cooper beriya bi sê salan tiştekî wiha li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kir.  

Ew balê dibe ser çend xêzên nivîsê û xetên besît ên li ser dîwarê dibistaneke li Romaya beriya bi 1800 salan. Çend xwendekaran ji bo henekê xwe bi xwendekarekî Xiristiyan bikin, li vê dibistana li Girê Palatine ê li Romayê li ser dîwarê nivîsîne. Ev xetên teqrîben ji piştî mîladê 200´î mayî, nîşan dide ku xwendekar henekê xwe bi kesekî dikin ku navê wî “Aleksamenos” e. Sedema henekpêkirinê jî Xiristiyanbûna wî ye. Di xetên vê henekpêkirinê de fîgurekî mirovî hatiye xêzkirin û ew li ber mirovekî serker ê li çarmixê xistî sekiniye. Ji bo henekpêkirinê jî hatiye nivîsîn, “Aleksamenos -gelekî muhtemel e ku ew jî xwendekarekî heman dibistanê be-  xwedayê xwe dihebîne”.

Aleksamenos di demeke ji bo Xiristiyanan zehmet de li Romayê maye. Gerçî zilma herî mezin di sedsala 4´an piştî mîladê li Xiristiyanan hatiye kirin, lê ji bo Aleksamenos -êdî xwendekar yan jî kole be - hal ne halekî rehet bûye, çawa ku ev henekpêkirin jî nîşan dide.  

Romayiyan henekê xwe bi Xiristiyanan dikir, ji ber ku îbadet ji kesekî li çarmixêxistî re dikirin. Meseleya serker xêzkirina Îsa-Mesîh jî ji ber baweriya Romayiyan ya şaş û belav, a ku li gorî wan Xiristiyan û Cihû îbadetê ji keran re dikin. Ev jî efsaneyeke derew bû ku di sedsala 1’ê a mîladî de nivîskarê Romayî Apîon belav kiribû. 

Ev henekpêkirin bêbersiv nemaye. Em nizanin ka Aleksamenos yan kesekî din ev bersiv daye, lê li ser dîwarê odeyeke hema li kêlekê de bi destxeteke cihê dinivîse, "Alexamenos fidelis" yanî “Aleksamenos ê bawermend”.

Em ê nizanibin ka Aleksamenos yan kesekî din piştî wî bersiv daye vê henekpêkirinê, lê em dikarin bibêjin, ev detaya hanê, gelek agahiyên dîrokî dide me. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.