Tedawiya girtiyan tê astengkirin

Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:15

Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê binpêkirina mafan dewam dikin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê jî bi hincetên cuda tehliyeyên girtiyan asteng dike. 

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê bi girtiyan re hevdîtin kirin û gotin ku ji ber zexta lêgerîna nava dev qebûl nakin, nayên tedawîkirin. 

Hat zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê, bi hincetên cuda tehliyeyên girtiyên bi navên Adnan Çelebî, Mehmet Sayilgan, Ferît Şahîn, Kamûran Taş û Aydin Degîrmencî jî asteng kiriye. 

Malbatên girtiyan, têkildarî mijarê axivîn û bertek nîşandan. 

Polîtîkayên taybet in

Rifat Oguz ku kurê li ser kezeba kurê wî yê girtî Suat Oguz kîst heye, diyar kir ku ji ber cezayên disiplînê nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Rifat Oguz, da zanîn ku ew li Êlihê dijîn û ragirtina kurê wan a li Tokatê jî encama polîtîkayên taybet in. 

Tehliyeya wî hat astengkirin

Hasîne Çelebî ku kurê wê Adnan Çelebî 30 sal in girtî ye û diviyabû di 12’ê Îlona 2024’an de bihata tehliyekirin lê 2 caran ji bo 3 mehan û carekê jî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin jî ev tişt anî ziman: “Poşmantiyê li zarokên me ferz dikin. Nava devê wan vedikin û lêgerînê ferz dikin.” 

Nikare biçe nexweşxaneyê

Malbata Mehmet Sayilgan a li Mûşê dijî jî got ku binpêkirinên mafan tên kirin. Bavê Mehmet Sayilgan, Ramazan Sayilgan da zanîn ku diviyabû kurê wî di 25’ê Adarê de bihata berdan û got: “Niha jî ji ber zexta lêgerîna tazî nikare biçe nexweşxaneyê.” 

Wê hewldanên hiqûqî bidomînin

Endamê Navenda Giştî ya OHD’ê Mehmet Alî Aslan da zanîn ku piştî serlêdanên girtî û malbatên wan, çûne serdana girtîgehê û ev agahî parve kir: “Em ê li dijî van binpêkirinên mafan, hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin.”  

MA / CEYLAN ŞAHÎNLÎ / RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.