Tecrîda li Imraliyê îstîsna ye
În 16 Sibat 2024 - 00:51
Pernando Barrena ê Parlamenterê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropayê derbarê şert û mercên tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan de ji ANF'ê, Serkan Demirel re axivî.
Barrena tecrîda li ser Rêber Ocalan weke ‘îstîsna’yê bi nav kir û got Ocalan ji bo gele Kurd û li qada cîhanê referanseke polîtîk e.
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayêyê Pernando Barrena li dijî şertên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan helwesta xwe nîşan da û got,‘’’Tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan, teqez dermirovî û neheqî ye. Êdî divê ev rewş bi dawî bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin. Şert û mercên Ocalan ên li Îmraliyê di nav de gelekî ji standardên mafên mirovan dûr in.’’
Tecrîda li Imraliyê îstîsna ye
Barrena, da zanîn ku dewleta Tirk li dijî Abdullah Ocalan sepaneke ku mînaka wê nîne pêk tîne û wiha domand, “Şert û mercên ku Ocalan lê tê girtin, ji dervî mînakê Mandela ku ji aliyê rejima Apartheid ve hatibû dîlgirtin, li ti deverê cîhanê mînaka wê nîne. Di nava girtiyên dem dirêj ên Baskî jî rewşek wiha pêk nehatiye.”
Girtina Ocalan nema tê qebûlkirin
Barrena, destnîşan kir ku şert û mercên dirêj ên ragirtinê yên zêdeyî 25 salan ên Abdullah Ocalan di vê qonaxê de êdî nayê qebûlkirin û got, "Şert û mercên tecrîdê teqez rewşeke ku ji aliyê tevahiya mafên mirovan ên navneteweyî ve li dij tê derketin û redkirin e. Gelek kes li dijî cezayê darvekirinê ne. Lê divê lê bê zêdekirin ku; Cezayê muebbetê jî nayê qebûlkirin."
Ocalan referanseke siyasî ye
Parlementerê PE’yê Pernando Barrena, Rêber Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de weke referanseke siyasî pênase kir û wiha got, “Abdullah Ocalan di nav wan rêberan de ku ji bo gelê xwe û cîhanê têdikoşin referanseke siyasî ye. Abdullah Ocalan mirovekî wiha ye ku ji bo azadî û aştiyê, ji bo gelê Kurd têdikoşe. Her wiha paradîgmaya Birêz Ocalan û pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk, ji bo misogerkirina aştiyê ji bo siberoja me û rêzgirtina ji mafên gelê Kurd, xaleke destpêkê ya gelekî girîng e."
NAVENDA NÛÇEYAN