- KCK: Konseya Ewrûpayê û CPT di mijara Îmraliyê û zindanan de xwedî berpirsyariyan in, saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û komîsyona girtîgehan a meclîsê divê biçin Îmraliyê û hemû girtîgehan, lêbikolin û çavdêriyên xwe li raya giştî eşkere bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî sîstema tecrîd, zext û êşkenceyê ya li Îmraliyê, daxuyaniyek weşand. KCK´ê got, "Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê Kurd divê têkoşînê mezintir bike, tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan bişikîne û li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo de bike ku agahî bên wergirtin."
KCK bi bîr dixe ku ji 23 salan ve Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî dijwar tê tesrîdkirin û wiha dewam dike: "Sîstema li Îmraliyê ne li gorî hiqûqê, li gorî siyasetê hatiye avakirin. Sîstema li Îmraliyê bi hestên tolhildanê hatiye avakirin. Yek ji nîşaneyên vê rastiyê jî ew e ku bi hinceta di dema voltayê de axiviye, cezayê dsîplînê lê hatiye birrîn û bi vê yekê re jî hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hate astengkirin."
Li Îmraliyê tên ceribandin
KCK dibêje, pêkanînên faşîst ên li Tirkiyeyê pêşî li Îmraliyê tên ceribandin, li wir dest pê dikin û li tevahiya Tirkiyeyê paşê bi cih têne anîn. KCK´ê wiha dewam dike: "Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Ozturk Turkdogan got, zext û zordariya niha li girtîgehan hemûyan li girtiyên Kurd tê kirin, ji ber heman ferasetê ye. Pêkanînê li Îmraliyê, ji zindanan dest pê kiriye û veguheriye polîtîkayeke li dijî gelên Tirkiyeyê. Heger li Tirkiyeyê wê demokrasî û mafên mirovan misoger bibin, divê nêzîkatiya li Kurdan, nêzîkatiya li Rêber Apo bê guhertin. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê demokrasî misoger nabe."
Sûcê li dijî mirovahiyê ye
KCK dibêje, axaftina di dema pêgermkirinê de sûc hatiye hesibandin û wiha dewam dike: "Ragirtîbûna 23 salan nîşan dide ka zexteke çawa tê kirin. Eşkere ye ku ev zilm e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zêhniyeta faşîst qirker bi vî rengî dixwaze ku her rojê li Rêber Apo bike êşkence. Sedema vê yekê jî ew e ku Rêber Apo Kurdan zane dike li dijî sîstema wan înkar û qirkirinê. Jixwe gelê me jî, Rêber Apo jî, girtiyên li zindanan jî li hemberî van kirin, polîtîka û zêhniyeta qirker li ber xwe didin. Bi armanca qirkirina gelê Kurd ev tê kirin. Lewma jî yên ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, divê li dijî zexta li Îmraliyê û zindanan dengê xwe bilind bikin."
KCK dibêje, ji ber ku parêzer nikarin biçin hevdîtinê, ji rewşa Rêber Apo agahdar nînin û nikarin erka xwe ya agahdarkirina miletê Kurd bi cih bînin.
KCK di dewamê de dibêje, "Ne tenê Rêber Apo, malbat û parêzerên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê jî nikarin hevdîtinê bikin. Malbat rewşa tenduristiyê ya bira û ewladên xwe yên li Îmraliyê nizanin. Sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku demeke dirêj destûr nayê dayin malbat hevdîtinê bikin. Êşkenceyê li malbatên wan jî dikin."
Lêbikolin û eşkere bikin!
KCK dibêje, dewletên di nava komploya navneteweyî de û saziyên ku Tirkiye endamê wan e jî ji vê rewşê berpirsyar in û wiha dewam dike: "Konseya Ewrûpayê û CPT, tevî ku dewleta Tirk, bi rengekî eşkere helwêstê nîşan nadin. Xwedî li mafên mirovan dernakevin, ji ber berjewendiyên siyasî xwe li sûcên dewleta Tirk kerr û kor dikin. Konseya Ewrûpayê û CPT jî ji rewşa li Îmraliyê berpirsyar in.
Sîstema zext û zordariyê ya li Îmraliyê niha li zindanan bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Armanca zext û zilma li Îmraliyê çi be, armanca zext û zilma li girtiyên Kurd û girtiyên siyasî yên li zindanan jî bi heman rengî ye. Zilm û êşkenceya niha ya li zindanan, ji zext û zilma cûntaya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê berfirehtir e.
Konseya Ewrûpayê û CPT di mijara Îmraliyê û zindanan de xwedî berpirsyariyan in, saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û komîsyona girtîgehan a meclîsê divê biçin Îmraliyê û hemû girtîgehan, lêbikolin û çavdêriyên xwe li raya giştî eşkere bikin."
KCK daxuyaniya xwe bi banga xurtkirina têkoşîna ji bo şikandina sîstema êşkencê ya Îmraliyê bi dawî kir: "Girtiyên li Îmraliyê û zindanan rûmeta gelê Kurd in. Zexta li Îmraliyê û zindanan bi esasî zexta li dijî gelê Kurd e. Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê Kurd divê têkoşînê mezintir bike, tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan bişikîne û li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo de bike ku agahî bên wergirtin."
BEHDÎNAN