Hevseroka Giştî ya HDP’ê, Pervîn Buldan di bernameya pîrozbahiya cejnê ya li Wanê de got, “Niha li her çar aliyên welêt mirov di tecrîdê de ne. Tecrîda herî giran jî li ser birêz Ocalan e. Bêguman em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.” 

Pervîn Buldan tev li bernameya pîrozbahiya cejnê ya Rêxistina HDP’a Wanê bû. Bernameya pîrozkirina cejnê li baxçeyê avahiya partiyê bû û partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.  Buldan, piştî pîrozkirina cejna got, “Di vê pêvajoya heyî de pêdivî bi aştiyê heye. Lê em nikarin cejnên xwe bi dilxweşî pîroz bikin. Niha dîsa Kurd tine tên hesibandin û zilm li wan tê kirin. Hêviya me ew e ku Kurd û gelên bindest hemû di nava aştî û azadiyê de bijîn. Ev hilbijartin di mercên demokratîk de nehatin kirin. Em li vir in û li cem gelê xwe, ji bo bidawîkirina zext, zordestî û înkara AKP’ê têdikoşin.

Ji ber gotina ‘li vî welatî tecrîd heye’, rojnamevanek hate girtin. Ev yek nîşan dide bê ka tecrîd çiqas belav bûye. Ne tenê li Îmraliyê lê li her çar aliyên welêt xelk tê tecrîdkirin. Lê ya herî giran li ser birêz Ocalan e. Bêguman ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vî welatî teslîmî tarîtiya AKP’ê nekin. Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Em ê derhiqûqî û tarîtiya li vî welatî bi dawî bikin. Cejna gelê me pîroz be. Em ê di cejnê de li her navçeyê bi gelê xwe re bên gel hev.”

MA/WAN