Tecrîd wê li NY’yê were nîqaşkirin

Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 01:45

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wê di konferansê de ya ku bi çarçoveya Rûniştên Mafên Mirovan a 56’an a Konseya Mafên Mirovan a li NY’ê , bê nirxandin.

Ji Rêber Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên zehmet ên tecrîdê de tê girtin, 40 meh in tu agahî nayê girtin.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî ku yekane xwedî wê rayeyê ye ku dikare biçe Îmraliyê û bi vê wateyê berpirsyarê tecrîdê ye, bêdengiya xwe didomîne.

Ji bo şikandina vê bêdengiyê û ji bo civaka navneteweyî bixin tevgerê ji Cotmeha 2023’an ve bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ kampanyayeke kûrewî tê meşandin.

Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a Li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ku berê bi rapor û daxuyaniyan tecrîda Îmraliyê kir rojeva Konseya Mafên Mirovan a NY’ê, xwe amade dike ku li Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê konferanseke bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Mirovan” li dar bixe.

Bi çarçoveya Rûniştên Mafên Mirovan a 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ya di 18’ê Hezîrane destkir û wê heta 12’ê Tirmehê bidome de, mijara sereke ya rûniştina 3’yê Tîrmehê wê li ser şert û mercên tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û pêkanînên dijhiqûqî yên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne be. 

Rûniştin wê ji hêla nûnerê MRAP’ê yê Neteweyên Yekbûyî Gianfranco Fattorini ve bê birêvebirin. Parêzerên Buroya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, parlamentera Parlamentoya Ewropayê Laûra Castel Fort û siyasetmedarê Kurd Firat Anli weke axaftvan beşdarî rûniştinê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.