Tecrîd wê bi zexta civakî rabe

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:50

Rewşenbîrên Ereb ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wê bi zexta civakî ya li ser dewleta Tirk rabe û xwestin Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe.

 

Ne tenê li nav raya giştî ya Kurd li nav raya giştî ya cîhanê jî li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan nerazîbûn hene û ev tecrîdad li ser Ocalan weke kirine derhiqûqî û rûdane siyasî ya dewleta Tirk tê dîtin. Gelek nivîskar û rewşenbîrên cîhanê di demên cuda de balê dibin ser nehiqûqiya tecrîdê û daxwaza azadiyê ji Ocalan re dikin. Rewşenbîrên Ereb ên li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê dijîn helwesta xwe ya li dijî tecrîdê nîşan dan û îşaret bi giringiya zexta civakî kirin û gotin zexta civakî dikare zorê li dewleta Tirk bike ku dawî li tecrîdê bîne.

Helbestvan Mihemed El Mehmûd diyar kir ku misogeriya pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye û teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê di hemû qadên leşkerî, siyasî û civakî de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

El Mehmûd destnîşan kir ku, ji ber ku aliyên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dev ji berpirsiyariyên xwe yên sereke yên pêkanîna edalet û demokrasiya civakan  berda, beyî zexteke gelêrî ya berfireh armanc nayê pêkanîn û got: "Berfirehkirina zexta gelêrî ya civakan  wê aliyên berpirs neçar bike ku pabendî qanûnên xwe bin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Hevdîtina herî dawîn a Rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên wî Rezan Sarıca û Newroz Uysal di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû. Têkiliya wî ya herî dawîn bi cîhana derve re jî di 25'ê Adara 2021'an de bû. Ew jî peywendiya telefonê ji bo 5 deqeyan bi birayê wî Mihemed Ocalan re bû ku li dawiyê peywendî ji aliyê desthilata Tirk ve hat birîn.

Nivîskar Ehmed El Sayir teqezî bi girîngiya zexta gelêrî, pêşxistina zanabûnê û naskirina rastiya komployan da, ku di encamê de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê pêkanîn.

El Sayir diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan hişt gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya xwe bi dest bixin û got, “Pêwîst e gel li hember komployê û tecrîda girankirî ya ji 3 salan ve ya li ser Rêbertî bê deng nemînin.”

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.